Şêniyên kantona Cizîrê cangoriyên xwe spartin axê
Gelê kantona Cizîrê bi merasîmeke bi heyet du şehîd spartin axê û 5 şehîdên din bi bîr anîn. Di merasîmê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
Gelê kantona Cizîrê bi merasîmeke bi heyet du şehîd spartin axê û 5 şehîdên din bi bîr anîn. Di merasîmê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
Şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îbrahîm Murad ê 12`ê Kanûna 2024ˈan di encama qezayekê de şehîd bibû û şervanê QSDˈê Ceger Serêkaniyê (Mihemed Elî) ê ku 7`ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bibû li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê spartin axê. Di merasîmê de şervanên Hêzên Komandos ên QSDˈê Kato Qamişlo (Hisên Hesen), Çiya Qamişlo (Elî Hisên), Kênco Qamişlo (Welîd Ebdullah), Harûn Qamişlo (Nezîr Omerî) û Şêrzad Qamişlo (Ehmed Elî) ên ku di 4`ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bibûn jî hatin bibîranîn.
Girse cenazeyên şehîd Îbrahîm Murad û Ceger Serêkaniyê ji morga Şehîdan a li taxa Enteriyê wergirtin û bi hildana wêneyên her hefet şehîdan û berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi Pekrewangeha Delîl Sarûxan ve meşiyan.
Li pakrewangehê merasîmeke hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Umer Mûsa axivî. Umer Mûsa di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku gelê herêmê yê bi berxwedana xwe hatiye naskirin û divê berxwedanê bidomîne.
Umer Mûsa bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û wiha got: “Wê dewleta Tirk negihêje armanca xwe ya têkbirina gelan. Îro gel bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî êrişan hevgirtî ye.”
Umer Mûsa salvegera rizgarkirina Kobanê (26`ê Çileyê) jî pîroz kir û destnîşan kir ku şervanên wan bi qehremaniya xwe mirovahiyê biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em soz didin ku em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin.”
Yek ji Farmandarên Meclisa Leşkerî ya Bajarê Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û da zanîn ku şopdariya xeta şehîdan gaveke li hemberî hovîtiya dijminê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Xort û keçên me keleha berxwedanê ji bo gelê xwe ava dikin.”
Piştre komek ji hevrêyên şehîdan li ser dika pekrewangehê soza domandina rêya hevalên xwe dan.
Dûvra wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Malbat û hevrêyên şehîd Ceger Serêkaniyê Îbrahîm Murad cenazeyên wan rakirin ser Milan û bi berzkirina slogana “Şehîd Namirin” li Pekrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.