Li Tirbespiyê xwendekar û mamosteyan dewleta Tirk şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê meşek hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Rêveberiya Dibistanan pêk hat û ji ber avahiya Komeleya Perwerdeyê ya li navenda bajêr destpê kir.

Di meşê de ku bi sedan xwendekar û mamoste tevlî bûn pankarta bi nivîsa "Em hemû QSD ne" hate hildan.

Çalakger bi dirûşman heta ber avahiya şaredariyê meşiyan û mîtîngek lidar xistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan ji Rêveberiya Dibistanan Alaa Îbrahîm daxuyanî da û êrîşên li ser sivîlan û binesaziya sivîl şermezar kir.

Alaa Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze paşeroja herêmê têk bibe û got, divê hesab ji dewleta dagirker bê pirsîn.

Mîtîng bi dirûşmên piştgiriya ji bo QSD'ê bi dawî bû.