Berxwedana 51 rojan a li Bendava Tişrînê bi wêrekî û biryardariya şervanên YPJ û QSD'ê derbasî nava rûpelên dîrokê dibe. Dewleta Tirk a dagirker di 8'ê Kanûna 2024'an de dest bi êrîşên li ser herêmê kir û şevanên li herêmê jî li gel şêniyan bi berxwedanê bersiv dan. Rojnamevan Dilovan Asmîn şahidî ji vê berxwedanê re kir û îradeya ji pola ya şervanan raxist pêş çavan.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 8'ê Kanûna 2024'an de li ser Bendava Tişrînê dest bi êrîşan kir, ev berxwedana wêrek heta dawiyê şopand. Heta ku 21'ê Çileya 2025'an birîndar bibe şahidî ji berxwedana li Tişrîn û derdora wê re kir. Di nava şer de têkoşîna şervanên YPJ û QSD'ê, her wiha sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk şopand. Di heman demê de govend û dirûşmên bi coş ên gel ku li ser bendavê di çalakiya nobedê de bû qeyd kir û bû dengê şerê gel ê şoreşgerî û gelên berxwedêr.
GIRÎNGIYA BENDAVA TIŞRÎNÊ
Dilovan Asmîn bal kişand ser girîngiya krîtîk a Bendava Tişrînê û got, "Li ser Tişrînê û derdora wê êrîşên giran têne kirin û bi berxwedaneke dîrokî bersiv ji van êrîşan re tê dayin. Şervanên YPJ û QSD'ê di nava şert û mercên herî giran de bi îradeyeke xurt bersivê didin van êrîşan. Şervan ne tenê ji bo malbatên xwe, her wiha ji bo gelan hemûyan di çeperên berxwedanê de têdikoşin. Di bingeha vê têkşoînê de parastina çavkaniyên av û enerjiyê heye ku yên gel e. Bbendav bersiva pêwîstiya bi av û enerjiyê ya bi milyonan mirovî dide. Ji ber vê yekê jî berxwedana li vê derê vediguhere têkoşîneke hebûnê. Lewma Bendava Tişrînê ji bo paşeroj û nasnameya gel semboleke krîtîk e."
PIŞTEVANIYA GEL
Ji 8'ê Çileyê û vir ve gel bi konvoyan li gel êrîşên dagirkeriyê jî bi daxwazeke mezin çalakiya nobedê dimeşîne. Dilovan Asmîn anî ziman ku ev konvoy jî bi baweriyeke mezin xwe gihandin bendavê û got, "Gel ji bo parastina av, enerjî û axa xwe li Bendava Tişrînê dest bi nobedê kir. Girseya gel a ku digihêje bendavê, tevlî navenda şerê man û nemanê dibe. Gel ji bo parastina bendavê dikeve nobedê, lê ji bejahî û hewayî ve dibe hedefa êrîşan. Li gel komkujiyan jî mirov berxwedana xwe dewam dike û ji bo paşeroja gelan bi biryar heta dawiyê têdikoşe."
'RONAHIYA HEQÎQETÊ WÊ VENEMIRE'
Rojnamevanên li Tişrînê ji bo gihandina dengê gel û şervanan, ji bo belgekirina berxwedanê bi fedakariyeke mezin dixebitin. Dilovan Asmîn qala zor û zehmetiyên li pêşiya rojnamevanan kir û got, "Li qadên herî giran ê şer dema mirov rojnamevaniyê bike mirov şehadetê û birîndarbûnê didin pêş çavên xwe. Bi êrîşên li ser rojnamevanan nikarin ronahiya heqîqetê vemirînin."
Dilovan Asmîn 21'ê Çileyê di encama êrîşa dagirkeran de birîndar bû. Dilovan Asmîn anî ziman ku hempîşeyên wê Cîhan û Nazim jî di 28'ê Kanûna 2024'an de dema ku li pey heqîqetê bûn şehîd ketin û got, "Ew şehîd bûn lê belê pênûs û kameraya wan li erdê neman. Berxwedana li Tişrînê hîn jî tê ragihandin."
'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ KOMKUJIYAN BÊDENG NEMÎNE'
Dewleta Tirk li gel şêniyên herêmî her wiha êrîşî rojnamevanan dike û bêdengiya hêzên navneteweyî jî balê dikişîne. Dilovan Asmîn têkildarî vê rewşê got, "Komkujiyên hatin kirin hemû hatin belgekirin, dîmen hate kişandin bê mirov çawa hatin qetilkirin û me ji cîhanê re ragihand. Lê belê li hemberî sûcên şer ên ku dagirkeran kirin, civaka navneteweyî hîn jî bêdeng e."