BI DÎMEN

Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Rêxistina Sara û Nivîsgeha Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyeyekê êrişên li ser sivîlan şermezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker duh êrîşî gundê El Cemasê yê ku dikeve gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê kiribû. Di encama topbaranê de 2 jê zarok 3 kes birîndar bûbûn û zarokê bi navê Ebdurehman El Hisên ji ber birîna xwe ya giran şehîd bûbû. Saziya Rêxistina Sara ya Kantona Firatê û Nivîsgeha Parastina Zarokan ya girêdayî Desteya Jin li pêşiya Danîngeha Kulîlkên Pêşerojê, bi boneya şermezarkirina vê êrîşê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Qanûnî ya Rêxistina Sarayê, Kamla Elî ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Di bin bêdengiya navneteweyî û herêmî de, dewleta Tirk a faşîst a nemirovane û çeteyên wê sûcên li dijî sivîlan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet zarok û jinan didomînin.
Em qetlîamên dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî 3 mehan e li dijî sivîlan pêk tîne, şermezar dikin. dewlet Tirk a dagirker di heman demê de binesaziya qadên jiyanî kir hedef û ew der wêran kirin. Di encama êrîşa hovane ye duh de zarokê Ebdulrehman şehîd bû û yê bi navê Arec jî bi giranî birîndar bû.

Em van sûcên li dijî mirovahiyê û neexlaqî şermezar dikin û em bangî hemû rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku demildest gav biavêjin û van sûc û binpêkirinan û van kiryarên neexlaqî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Bedengiya civaka navdewletî tê wê wateyê ku ew jî şirîkê van binpêkirin, tawan û talankirina xwezayê ne. 

Nivîsgeha Parastina Zarokan ya girêdayî desteya Jin li pêşiya Danîngeha Kulîlkên Pêşerojê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Firatê Bêrîvan Mihemed ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker hemû peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike û komkujiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne Gelê me şev û roj di bin bombebaranê de ye, hinek ji wan bav, dayik, zarok û birayên xwe winda kirine. Gelek kesên bêsûc û guneh ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatin qetilkirin. Zarokên me îro bi travma û giraniya tundiyê dijîn, malbatên wan ji hev perçe bûne, malên wan hatine wêrankirin.

Dagirkeriya Tirk îro jî komkujiyeke din li dijî zarokan li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsa, pêk anî û rastiya armancên xwe yên êrîşkar eşkere kir. Du zarokên bi navê El-Huseyn ku diwanzdeh salî ye û Ebdul Rahman Ismail El-Hussein ku yek salî ye bi giranî birîndar bûn.

Ev yek ji rêzekomkujî û sûcan e ku dewleta Tirk li ser zarokên me û gelê me yê ku li ser navê hemû cîhanê li dijî terorê şer kiriye pêk tîne.

Parastina zarokan erkekî exlaqî û mirovî ye û ev erk dikeve ser milê her kesî da ku li jîngeheke ewle jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.

Em weke Nivîsgeha Parastina Zarokan a Herêma Firatê bang li hêzên navneteweyî dikin ku li gorî peymanên ku ji bo parastina zarokan û parastina mafên wan hatine îmzekirin, erka xwe pêk bînin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku sûcdaran bidarizînin.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."