Nasnameya şehîdekî çalakiya nobedê hate eşkerekirin

Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê doh Mihemed Xelîl Hemo şehîd bû.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh li Bendava Tişrînê gelê nobeta parastina bendavê dike, bombebaran kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û hejmarek şêniyên din birîndar bû. Birîndar veguhestin nexweşxaneyan.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî nasnameya şêniyê di êrişê de şehîd bûye, agahî parve kirin.

Li gorî komîteyê, nasnameya şêniyê şehîd bûye wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Xelîl Hemo
Navê dayikê: Sedîqe
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa-1 Çile 2004
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê- 25 Çile 2025.