Li Hesekê berxwedana QSD û YPJ’ê hate silavkirin

Li Hesekê xwendekar û mamosteyan, berxwedana QSD û YPJ’ê silav kirin û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

ÇALAKIYA XWENDEKARAN

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û ji bo nîşandana piştgiriya xwe bi QSD û YPJˈê re, meşek bi dirûma "Ji bo ax, rûmet, ziman û mirovahiyê em hêmû QSD ne" lidar xist.

Bi hezaran xwendekar û mamoste tevlî meşê bûn û panketên "QSD hêza me ye", "QSD rûmeta me ye" û “Yan mirineke birûmet an jî jiyaneke azad" vekirin. Her wiha wêneyên Rêber Apo û alên QSD û Yekitiya Xwendekaran bilind kirin.

Meşê ji Çerxerêya Sînalko destpê kir û li Çerxerêya Îtfaiyeyê rawestiya. Li wir piştî rêzgirtinê, endamên Yekitiya Xwendekarên Welatparêz Lîlav Ehmed bi zimanê Kurdî û Orhan Mehmûd bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û berxwedana şervanên QSD û YPJ û gel a li bendava Tişrînê hat silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî heye. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe hewl dide xaka me dagir bike û Mîsaqî Milliyê pêk bîne. Armaca dewleta Tirk a dagirker parçekirina xaka Sûriyeyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên naveneteweyî hate kirin û wiha hate gotin: “Em ji civat û rêxistinên navneteweyî daxwaz dikin ku ev êrîşên li ser bendava Tişrînê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bên rawestandin. Bila tevahî gelê me jî li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide."