Rêveberiya Xweser: Bêdengiya li hemberî êrîşan êrêkirina veşartî ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya navneteweyî û herêmî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi "erêkirineke veşartî" bi nav kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dawîn ên li dijî sivîlên li herêmên başûrê Kobanê û Bendava Tişrînê li ser malpera xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ev komkujî di çarçoveya hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku êdî bûye modeleke serkeftî ji bo tevahî Sûriyeyê de tên kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên eşkere yên tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî ne û nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina binesaziyên xizmetguzariyê de bi îsrar e û hewl dide jiyana şêniyên li herêmê felce bike.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û sûcên hovane yên li dijî sivîl û binesaziyê rawestînin, her wiha rêveberiyê banga xwe ji cıvata navneteweyî re dubar kir ku û got bi berpirsiyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin û ji bo rawestandina êrîşên wê zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.