Federasyona Gaziyan berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera rizgariya Kobanê pîroz kir û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir.

Daxuyaniya ku bi “Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê herêmên xwe biparêzin” dest pê dike wiha ye: 

“Weke tê zanîn gelê Kobanê û lehengên wê yên qehreman, şervan û fermandarên YPJ -YPG’ê bi wêrekî û dilêrî şer kirin, 26’ê Çileya 2015’an çeteyên DAIŞ’ê ji bajarê xwe derxistin û serkeftina xwe îlan kirin. Piştî qehremanên dîlawer û şagirtên Rêber Apo, şerekî destanwarî raber kirin, bi serbilindî bajarê kaniya Kurdan rizgar kirin û ala serkeftinê li baniyan bilind kirin. Piştî şerê 136 rojan şêrejin û mêrxasên welatê rojê bajarê Kobanê rizgar kirin û serkeftin bi dest xistin. Di rojek weke îro de, di encama şerekî dîrokî û bêhempa de bajarê Ebû Leyla, Zehra Penaber, Gelhat Botan, Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê û bi dehan qehremanên mîna wan bi şer, ceng û berxwedanê bajarê xwe rizgar kirin û gihiştin şehadetê. Di serî de em bejna xwe li hemberî bîranîna wan şehîdên leheng ditewînin û soza tolhildanê ji wan re nû dikin.”

'VÎNA GELAN WÊ BI SER BIKEVE'

Di peyamê de işaret bi rola gaziyan a di şerê Kobanê de hate kirin û hate gotin, "Em tevahî şervan û fermandarê QSD û YPJ’ê silav dikin, têkoşîna wan pîroz dikin. Bi taybet jî em vê rojê li tevahî gaziyên şer ên ji bo, rizgarkirina bajarê Kobanê parçeyek ji canê xwe dan, bi wefadarî şer kirin û weke em tev jî dizanin ku Rêber Apo merteba şehadeta zindî daye wan hevalan. Em jî vê roja bi wate li wan pîroz dikin. Careke din jî em vê roja bi wate û bi kelecan li tevahî gelê Kobanê yê berxwedêr pîroz dikin. Gelên têkoşer xwîna xwe li ser xaka bav û kalan rijandin û îro jî di nava têkoşîn û berxwedanê de ne. Em dibêjin ku wê berxwedana gelan bigihêje serkeftinê, bijî ji gelên berxwedêr û têkoşer re. Tekez wê vîna gelan bi ser keve.

'BENDAVA TIŞRÎNÊ BENDAVA ŞEHÎDAN E'

Careke din em vê rojê li tevahî gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pîroz dikin û dibêjin ku divê gelê me bi berfirehî derkevin çalakiya parastina mirovahiyê û çalakiyên xwe xurt bikin. Pêwîst e çalakiyên wan bi hejmarên hîn zêdetir li bendava Tişrînê bendava Şehîdan ji her demê zêdetir pêş bikevin. Bi taybet jî li Firatê û Dêrezorê yên di hilweşîneke muxtemel a bêndavê de wê herêmên wan di bin avê de bimînin divê di serî de jin û ciwan, her kes hêza xwe seferber bike û bendavê biparêzin. Em di dawiyê de jî dibêjin, bijî berxwedana gelan a li bendava Tişrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tekez wê serkeftin ya me be."