Çeteyên DAÎŞ’ê bi arastekirina dewleta Tirk a faşîst 15’ê Îlona 2014’an bi awayekî hovane dest bi êrîşên li hember Kobanê kirin. Şervanên YPG û YPJ’ê bi îradeyeke mezin li hember êrîşan sekinîn. Berxwedana her kêliya wê xwedî keramet û heybeteke bêhempa bû ku 136 rojan dewam kir, 26’ê Çileya 2015’an bi serketinê tacîdar bû û Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.
Gaziya şer Zarîn Kobanê ya di roja 25’an a berxwedana Kobanê de bi giranî birîndar bibû, bi wesîleya 10’emin salvegera azadkirina bajarê Kobanê nêrînên xwe anîn ziman.
‘BI ÇALAKIYA ARÎN MÎRKAN RE DÎROK GUHERÎ’
Zarîn Kobanê ya di destpêka axaftina xwe de gelê Kobanê yê berxwedêr silav kir got, “Em weke gaziyên şer 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê di serî de li Rêberê gelan Rêber Apo, gelên azadîxwaz, şehîdên me û tevahî hevrêyên xwe yên li Kobanê birîndar bûne pîroz dikin.”
Têkildarî armanca êrîşa li ser Kobanê jî gaziya şer Zarîn ev xisûs anî ziman, “Di van êrîşan de encam ew bû ku şoreşa Rojava were tesfiyekirin, li hember gelê Kurd komkujî bên kirin, di serî de Bakurê Kurdistanê Kurdên li parçeyên din ên welat dijîn bixin nav tirseke mezin û hemû hêviyên wan ên azadiyê careke din binax bikin. Yek ji sedema din a wan êrîşan jî ew bû çirûska yekem a şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li vî bajarê qedîm hatibû pêxistin. Lewma dagirkeran dixwestin Kobanê ya ji tevahiya Rojava re bibû ava jiyanê ziwa bikin, talan bikin û hilweşînin. Tişta çeteyan û dagirkeran hesab nekiribûn ew bû Rêber Apo dema ji Bakur derbasî Rojava bibû gava xwe ya pêşî avêtibû Kobanê. Ev bajarê bi gel û axa xwe, timî serbilind û wêrek e bi şervanên YPG-YPJ’ê yên xwe di bîrdozî û ramanên Rêbertî de kûr kirine dest bi berxwedaneke herî bi şeref û rûmet kirin.”
Zarîn Kobanê bal kişand ser çalakiya fedaî ya şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan û wiha axivî: “Dema hevrêya me ya pîroz Arîn Mîrkan 5’ê Cotmeha 2014’an li girê Miştenûr çalakiya fedaî pêk anî, êdî ji bo hemû Kurdan û gelên azadîxwaz rêya qederê û dîrokê bi awayekî bêveger guherî. Kurdistanî û dostên wan li her devera cîhanê rabûn ser piyan û behsa çalakiya şêrejina hêja Arîn a li hember hêzên herî tarî dihat kirin. Li dû wê çalakiya bi rûmet êdî sînorên ku dagirkeran ji bo Kurdan xêz kiribûn, bi têl û mayînan ava kiribûn di yek carê de hatin parçekirin. Bi hezaran ciwanên Kurd û enternasyonal berê xwe dan Kobanê ya serbilind û di şerê li hember tarîtiyê de cihê xwe girtin.”
‘EV BERXWEDAN DI HEMAN DEMÊ DE BERXWEDANA JINÊ YE’
Zarîn Kobanê, destnîşan kir ku Kobanê êdî di dîroka mirovatiyê de ji bo gelê Kurd bû nîşaneya serketina ruh û yekrêziya neteweyî û got, “Her wiha ev serketin bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev a li ser esasê xwişk û biratiya gel û neteweyan. Ev berxwedana di heman demê de berxwedaneke jinê ye, ji bo pêkve jiyana herî bi rûmet deriyê ronahiyê ji hemû bawerî û gelan re vekir.”
Li ser rola gaziyan a di vê pêvajoya ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş bi dijwarî didomin jî Zarîn Kobanê ev tişt anîn ziman, “Hevalên me yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û gazî ne îro jî bi heman ruh, moral û hêza ji rizgarkirina Kobanê digirin, li hember êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin di nav berxwedanê de ne. Weke gaziyên şer çawa ji bo parastin û rizgarkirina Kobanê me şer kir û em bi ser ketin, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê jî em ê bi ser kevin. Em soz didin gelên xwe û tevahî şehîdan heya dawiyê em ê xaka xwe biparêzin. Bi ruh û îradeya berxwedana Kobanê teqez em ê li hember her cure êrîşan bi ser kevin.”
Gaziya şer Zarîn Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Em ê ti carî nehêlin destên qirêj û mejiyê tarî bikevin xaka me. Çawa dengê berxwedana Kobanê cîhan hejand, îro jî em ê bikin ku berxwedana me ya li hember çeteyên hov û dagirkeran sînoran derbas bike û ji sedî sed wê serketina şervanên me rêya hemû gelên azadîxwaz ronî bike.”