Ji sala 2011’an ve gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ku tu cudahî bikeve nav netewan de Ereb, Sûryan, Ermen, Kurd û hwd rastî qirêjiya dewleta Tirk a dagirker a bê wijdanî tên. Bi vê yekê ji bo ku parastineke gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe, di sala 2015’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat avakirin. Her wiha QSD ji bo tevahî netewan bû sîwan û ji bo parastina hemû gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek armancî li hember dijmin serî hildan. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîniyîn Parastina Gel (YPG) bi hev re gelek bajarên dagirkirî yên weke Reqa, Dêrazor û hwd ji destê çeteyan xilas kirin.
Hevseroka Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Sarûxan û Dr. Elî Sabit têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan, ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
Leyla Sarûxan wiha got: “Rêveberiya Xweser a Demokratîk di riya hevjiyana tevahî netewan de di sazî û meclisên civakî, siyasî, aborî û çandî de hişt ku yekîtî di navbera her netewan de were avakirin. Ev sîstema ku bû model ji tevahî cîhanê re, hişt ku dewleta Trirk a dagirker hewildanên xwe zêde bika ta ku vê rêveberiyê têk bibe. Ji bo ku ev hewldan jî werin şikandin pêwîstî bi hêzek leşkerî hebû ku netewan di nav xwe de bihewîne. QSD hat avakirin, ew jî bi yek armancî û bi yek moralî li hember dijmin berxwedan raber kir ta ku xak û destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bên parastin. Her wiha daxwaza wan jî ew e ku gelê herêmê ji êşkenceya DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker dûr bixin.
‘DEWLETA TIRK, SÎSTEMA RÊVEBERIYA XWESER JI XWE RE METIRSÎ DIBÎNE’
Şervanên me niha li Bendava Tişrînê li hember dewleta Tirk a dagirker ê ku çavê wî li xaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji bo dagirkirina vê xakê teknîkên xwe yê herî giran li dijî şervanên QSD’ê bi kar tîne, berxwedaniyek dîrokî didin meşandin û heta vê kêliyê jî şervanên me yê ji her netewî sembola serkeftinê hil dane. Dewleta Tirk bi gelek hincetan şer dike da ku Rêveberiya Xweser li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne, ji ber ku dizane sîstema Rêveberiya Xweser ji tevahî sîstemên cîhanê re bûye mînak. Ev jî metirsiyekî yekserî li ser sîstema qirêj a dewleta Tirk nîşan dide. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe roj bi roj zêde dike û Bendava Tişrînê armanc digre ta ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku Bendava Tişrînê cihê aboriya ku gel li ser jiyan dike û çavkaniyek sereke ye. Di heman demê de ava Bendava Tişrînê bingeha avdaniya xakên çandiniyê û elektirîkê ye.
Destektiyên ku berê ji aliyê QSD’ê û gel ve hatibûn bidestxistin, moralek pir xurt da gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di vê dema dawî de peywendiya Serokê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam re bi wê armancê bû ku êdî êrîşên li ser vê herêmê bên rawestandin û tewanên qirkirinê li ser gelê Kurd li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bibin. Ev yek dihêle ku pêwîstiya me her dem bi hêzên leşkerî hebe da ku em jî parastina xwe ji êrîşên dewleta Trik a dagirker bikin û ev jî wek peyamekê li ser asta cîhanî dide nîşandan. Mînaka wê jî modela Rêveberiya Xweser e ku hêza wê ya çareseriya giştî pirsgirêkên Rojhilata Navîn heye.”
‘MORAL Û BERXWEDANA GELÊ HERÊMÊ, ÇAVKANIYA XWE JI RÊBER ABDULLAH OCALAN DIGIRE’
Di heman demê de Dr. Elî Sabit jî da zanîn ku dewleta Trik a dagirker dixwaze Bendava Tişrînê dagir bike û bi vê rêkê re dagirkeriya xwe li ser tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bike. Dr. Elî Sabit ev tişt bilêv kir: “Dewleta Tirk dizane ku Bendava Tişrînê çavkaniya sereke ya berdewamiya hebûna gelên herêmê ye. Lê Rêveberiya Xweser bi tevahî hewldanên xwe yên leşkerî li Bendava Tişrînê berxwedanî dikin, ev berxwedanî ne tenê ji bo parastina xaka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê belê ji bo parastin û aştiya tevahî gelê ku di xaka Sûriyeyê de jiyan dike. Ji ber ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker a qirêj diyar e û dixwaze xaka Sûriyeyê giştî bixe bin desthilatdariya xwe de. Ev jî hişt ku gelê herêmê bi tevahî netewên xwe li kêleka şervanên xwe yê QSD û YPJ’ê bisekinin û ew jî berxwedanî bikin da ku dewleta Tirk a dagirker çavkaniyên wan ên jiyanê neke hedef û dagir neke. Moralê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina hebûna wan û mayîna li pişta hêzên xwe yên QSD, bi rastî jî çavkaniya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire. Ji vê felsefeyê jî va em dibînin gelê Kurd çawa bûye xwedî hêz û demokrasiyê.”