Li Efrînê berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriyê -BLOGA ZINDÎ

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev sê roj in dewam dike. Li gelek cihan şerekî dijwar diqewime. Me ji we re bûyerên ku îro qewimîn dan hev.

01:57

Şervanên QSD’ê gundê Qirne yê girêdayî naçeya Bilbilê ji arêtşa Tirk û çeteyên wê paqij kirin.

00:48

Ceyş El-Swar têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina li ser Efrîn û xaka Rojava daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê dersekî ku ti car jibîr nekin bidin dewleta Tirk û çeteyên ku xaka xwe firotin.

 

00:47

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li hember kesên li ser tevnên civakî êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin hate kirin de rojnamevan û hunermend jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

 

23:56

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenekî nû yê şerê li Efrînê belav kir. Di dîmenan de tê dîtin ku şervan leşkerên Tirk dişopînin û piştre jî şer dest pê dike.

 

23:45

Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker a li girê Qestelê de 8 leşkerên Tirk hate kuştin û 13 leşker jî birîndar bûn.

 

23:40

Di civîna lezgîn a li ser daxwaza Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan de ku rewşa Sûriye li BMGK’ê gotûbêj bikin, li şûna ku dagirkeriya Efrînê bidin rawestan, gotin bila ‘bi pîvan ’tevbigerin.

 

22:35

Şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk de li navçeyên Raco, Şiye, Şera û Bilbilê yên Efrînê didome.

 

21:58

Artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan êrîşî gundên Şera û Dîkmetaş ên kantona Efrînê dike.

21:19

Di êrîşên dewleta Tirk de yên li dijî Efrînê, hejmara kesên ku li gundê Cilbirê şehîd bûne, bû 10.

20:05

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê Fermandariya QSD’ê daxuyanî û diyar kir ku gotina Tirkiyeyê ya ku dibêje ‘Em 8 kîlometreyan ketine hundir’ derew e. QSD’ê diyar kir ku Tirkiye ji ser sînor gavekê jî bi pêş ve nehatiye.

 

18:49

AKPM, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê xiste rojeva xwe

 

18:44

Dewleta Tirk ji nêzî sînor topan diavêje qadên sivîl ên di navbera Dirbêsiyê û Amûdê de.

18:40

Girê Qestelê ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji hêzên Tirkan hate paqijkirin.

18:35

Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, kameramanê Ronahî Tvyê Zekeriya Şêxo birîndar bû.

Nûçegîhanê Ronahî Tvyê Zekeriya Şêxo dema dagirkeriya Efrînê dişopand ya ku ji aliyê dewleta Tirk tê kirin, li navçeya Racoyê birîndar bû.

17:58

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenê şerê li Efrînê yê di navbera QSD û hêzên Tirkiyeyê de weşand.

 

17:27

14 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, li Efrînê bi merasîmekê hatin veşartin.

 

17:19

Berdevkiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bîlançoya sê rojan a êrîş û şerê li Efrînê eşkere kir. Hat ragihandin ku di şer de 40 leşker û çete hatin kuştin.

 

17:13

Ji bo Efrînê li Kerkûkê çalakî hate lidarxistin

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji aliyê ciwanên Kerkûkî ve hate şermezarkirin.

16:35

Bi dehan ciwanên Qendîlê li binarê Qendîlê bi daxuyaniyek bi çekên xwe ve piştgirî dan berxwedana Efrînê. 

 

16:33

Li Duhokê, Asayîşa PDK'ê êrîşî çalakiya protestoyî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê hate lidarxistin. Gelek kes ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatin binçavkirin.

Asayîşa PDK'ê ku nehişt welatî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bike, gelek kes binçav kir.

Hêzên PDK'ê îro jî nehiştibû ku gelê Mexmûrê bi heman armancê daxuyaniyê bide çapemeniyê. PDK'ê rêya navbera Mexmûr û Hewlêrê girt û pêşî li mirovên xwestin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibin, girt.

16:12

Bi dehan rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji bo destekê bidin Efrînê bi navê "Eniya Efrînê" dest bi çalakiyê girseyî kir.

https://anfkurdi.com/kurdistan/li-basure-kurdistane-eniya-efrine-ava-bu-91554

15:53

Derket holê, artêşa Tirk di êrîşa xwe ya dijî Efrînê de tankên Elman ên bi navê Leopard-2 bi kar tîne.

 

15:33

Artêşa Tirk a dagirker piştî Dêrikê êrîşî Serêkaniyê jî kir.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-serekaniye-ser-derket-91550

14:53

 

14:41

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser berxwedana Efrînê daxuyanî da. QSD: Şerê me yê berxwedana dijî çeteyan di qonaxa dawî de ye. Serketina me wê li Efrînê be. Agahiyên berfireh tên...

Artêşa Tirk a dagiker, 19'ê Çileyê bi 72 balafirên şer êrîş bi ser Efrînê. Rojên duyemîn û sêyemîn ên êrîşê, zêdeyî 10 sivîl ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk ku destûr ji Rûsyayê standiye û jin û zarokan dikuje, ji bo karibe Efrînê dagir bike ji duh ve hewl dide ji bejahî ve bikeve herêmê.

Êrîşkariya Tirk ev sê roj in dewa dike. Li gelek navçe û gundên Efrînê şer dewam dike.

10:55 LI RACO 2 TANKÊN DIN ÊN TIRKAN HATIN RÛXANDIN

Li bejahiya navçeya Raco ya Efrînê, di navbera hêzên artêşa Tirk ên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şerekî dijwar diqewime.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku 2 tankên Tirkan hatine rûxandin û gelek leşker hatine kuştin.

Yek ji tankan li Kevirê Ker, ya din jî li gundê Şadiya hate îmhakirin.

10:32 - LI EFRÎNÊ ŞER JI NÛ VE DIJWAR BÛ

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev sê roj in dewam dikin. Li gelek cihan şerekî dijwar diqewime.

Li eniya rojava ya Efrînê, li çend nuqteyên nêzî gundê Xelîla yê navçeya Şiyê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û leşkerên Tirk ên dagirker de danê sibehê şerekÎ dijwar dest pê kir û ev şer hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyan di şer de çekên giran tên bikaranîn. Çav li rê ye QSD di saetên pêş de li ser şer daxuyaniyekê bide.

10:08 SÎPAN HEMO: BERXWEDANA ME REWA û MAFDAR E, EM Ê BI SER BIKEVIN

Fermandarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo li ser hewldana dagirkirina Efrînê daxuyanî da.

Sîpan Hemo destnîşan kir ku wê berxwedana xwe ya 'mafdar û rewa' ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bidomînin û got, "Serketin wê teqez a me be."

Hemo da xuyakirin ku Rûsyayê xiyanet kiriye û bi Tirkiyeyê re li dijî wan li eniya şer cih girtiye. Hemo got, "Dixwazim vê yekê destnîşan bikim. YPG û YPJ û QSD bi têkoşîna gelê me dîrokeke nû dinivîsîne. Roj wê were Rûsya wê ji ber vê bê pîvaniya xwe lêborînê ji Kurdan bixwaze.

09:52 ŞER LI BILBILÊ Û RACO GIRAN BÛ

Di navbera artêşa Tirk a ku xwest li navçeya Raco ya Efrînê ji sînor derbas bibe û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de şerekî dijwar diqewime. Şer li derdora gundê Xelîlê diqewime û çekên giran lê tên bikaranîn.

Tê gotin, balafirên şer ên Tirk bombe li derdora navçeya Raco barandine.

Wekî din, li bejahiya navçeya Bilbilê jî şerê li gundên Kurdo û Baliya dewam dike.

09:12 BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN TIRK LI SER EFRÎNÊ DIGERIN

Îro wê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên şehîd bûn li Efrînê werin veşartin. Bi hezaran kes li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser herêmê digerin.

Hat ragihandin, balafirên keşfê yên artêşa Tirk niha li ser Efrînê digerin.

Gelê Efrînê jî ji bo 14 şehîdên xwe veşêre, li ber nexweşxaneya Efrînê li hev dicive.

Tê payin, cenazeyên 14 şehîdan ku 12 jê sivîl in piştî çend saetan werin veşartin.

08:56 JI PKK'Ê DAXUYANIYA LI SER EFRÎNÊ

PKK'ê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kir û bang li her kesî kir ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê têbikoşin. PKK'ê got, "Efrîn wê bibe gora faşîzmê. Faşîzma AKP-MHP'ê wê di nava xwîna dirijîne de bifetise."