Li Serêkaniyê şer derket

Artêşa Tirk a dagirker piştî Dêrikê êrîşî Serêkaniyê jî kir.

Artêşa Tirk a dagirker, êrîşên xwe yên dagirkeriyê ku li Efrînê dest pê kir, li Dêrikê û Serêkaniyê belav kir.

Li Serêkaniyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirk û şervanên YPG/YPJ'ê de şer diqewime.

Leşkerên Tirk ên dagirker li gundê Xerabreşik ê Dêrikê jî êrîşî nuqteyên YPG'ê kiribûn. Şervanên YPG'ê jî bersiv dabûn û li ser vê yekê şer derketibû.