Artêşa Tirk bi Leopard-2 ên Elman êrîşî Efrînê dike

Derket holê, artêşa Tirk di êrîşa xwe ya dijî Efrînê de tankên Elman ên bi navê Leopard-2 bi kar tîne.

Mûxalefeta Elman ev pirs li hikumeta Merkel kir: "Tevî vê êrîşê jî hûn ê hê bazirganiya çekan bi Tirkiyeyê re biki?"

Gava ku artêşa Tirk xwe ji bo êrîşa li dijî Efrînê amade dikir, dostaniya bi çekan a hikumeta Merkel û rejîma Erdogan ji nû ve ketibû rojevê. Piştî ku rejîma Erdogan bi çeteyên xwe OSO û Nûsra êrîş bir ser Efrînê û Rojava, Elmanyayê rê li ber karê nûkirina artêşa Tirk vekiribû.

Eşkere bû ku tankên artêşa Tirk vê hefteyê di êrîşa dijî Efrînê de bi kar anî, "Loepard-2 A4" ên Elman e. Pisporên artêşa Elman agahî dan Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) û gotin ku tankên navborî berî 10 salan ji artêşa Tirk re hatiye dayin.

Mûxalefeta Elman jî hem ji ber bêdengiya hikumeta Elman a li pêşberî komkujiyên li Efrînê, hem jî ji ber dostaniya bi çekan a bi Tirkiyeyê re nerazî ye.

Parlamentera Partiya Keskan Volker Beck bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ev pirs li Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel kir: "Tevî rewşa Efrînê jî hûn ê hê destûra firotina çekan bidin? Elmanya çima bi însiyatîf ranabe û tenê fikarên xwe tîne ziman?"

Nerazîbûneke din a bi heman rengî ji Seroka Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal Sahra Wagenknecht hat. Wagenknecht jî bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ev pirs li Serokwezîr Merkel û wezî Gabrîel kir: "Hêzên YPG'ê bi xwîna xwe bakurê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Gelo Merkel û Gabrîel bi biçekkirina artêşa Tirk û bêdengiya xwe ya li pêşberî şerê li dijî Kurdan spasiya wan dikin?"

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke jî helwesta hikumeta federal weke 'durûtî' bi nav kir.