Ji ciwanên Qendîlê piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê

Bi dehan ciwanên Qendîlê li binarê Qendîlê bi daxuyaniyek bi çekên xwe ve piştgirî dan berxwedana Efrînê. 

Bi dehan ciwanên Qendîlê li binarê Qendîlê bi daxuyaniyek bi dirûşmên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ bi çekên xwe ve piştgirî dan berxwedana Efrînê. Ciwanan dan xuyakirin ku ew amade ne beşdarî berxwedana Efrînê bibin.

Daxuyaniya ciwanên binarê Qendîl’ê a di derbarê berxwedana Efrînê wiha ye, "Em wekî ciwanên binarê Qendîl em êrîşê Tirkiye a li hember Efrînê şermezar dikin. Tirkiye êrîşê destetiyên gelê Kurd dike. Hemû cîhan jî dizane Tirk her tim piştgiriya çeteyan kirine û bi çeteyan ve êrîşê gelê Rojavayê Kurdistan û gelê Kurd kirine. Gelê Efrînê jî bi paradigmaya Rêber Apo, di xeta Rêber Apo de axa xwe rizgar kirine lê belê Tirkiye bi destûra dewletên din êrîşê destketiyên gelê Efrînê kirin. Gelê Efrîn li dîjî dijminên mirovahiyê DAÎŞ’ê şer kir û pergala xwe ava kir."

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş li dijî mirovahiyê ye û wiha berdewam kir, "Dewleta dagirker bi vê êrîşê ve gelê sîvîl kiriye hedef û qanûnên navneteweyî jî binpê kiriye. Bila hemû cîhan bizanibe dewleta Tirk a dagirker sîvîl qetil kirine ya herî girîng jî zarokan qetil kirine, em vê bêdengiya hêzên navdewletî jî şermezar dikin û yên ku destûrê dane vê dagirkirinê jî şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan dan zanîn ku ew ê li hember vê hewldana dagirkirinê rabin û gotin, "Em wekî ciwanên Kurdistan û ciwanên binarên Qendîlê li hember vê dagirkeriyê bêdeng namînin çi ji destê me were em amade ne bikin."

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi meşekê çalakiyên xwe bi dirûşmên "Qendîl warê me, Efrîn dilê me", "Efrîn ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bîjî Serok Apo" bi dawî bû.