NAV-YEK'ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran şermezar kir

NAV-YEK'ê êrişa li hemberî Teyyar Dûran a li gundê Îşxanê yê Wêranşarê şermezar kir.

Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan ên li Almanyayê (NAV-YEK) têkildarî êrişeke li gundê Îşxanê yê navçeya Wêranşar a Rihayê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, Teyyar Dûran ê Êzidî ku 16'ê Hezîrana 2025'an serdana gundê xwe Îşxanê kir, bû hedefa êrişekê. NAV-YEK'ê diyar kir ku ev êrişa bi qelêşî û zexel bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş û zextên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê, li hemberî civaka Êzidî timî hate kirin û hîn jî têne kirin û hate gotin, "Kesên ku mejî, wijdan û kesayetiya xwe ji bo bihosteke xakê avêtine ser sergo, mixabin her tiştî dikin."

NAV-YEK'ê bal kişand ser êş û trajediya bi serê Êzidiyan ve hatiye û diyar kir, ku di rewşeke bi vî rengî de nayê qebûlkirin ku mirovên herêmê ji bo berjewendiyan tundiyê li xizmên xwe bikin.

Bi dewamî hate gotin, daxwaz û biryardariya Êzidiyên li derveyî welat a vegera li cih û warê xwe divê cihê kêfxweşiyê be û hate xwestin, bûyerên bi vî rengî bi dawî bibin.

NAV-YEK'ê bang li rayedaran, bi taybetî jî saziyên rêxistinî yên demokratîk kir ku li hemberî vê zordariyê bêdeng nemînin û bi rengekî erênî û çêker dest li bûyerê werdin.