AKPM, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê xiste rojeva xwe

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê, di rojeva AKPM’ê de ye.

Buroya Meclîsa Parlemetera na Konseya Ewropayê (AKPM) li ser serlêdana Koma Çep, êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê xistin rojeva xwe.

Di desteya Giştî de, wê bi  gotûbêja ku roja Çarşemê pêk were, li bendê ye komên polîtîk ên di bin sêwana AKPM’ê û 47 welatên endam li dijî êrîşan helwesta xwe raber bikin.

Serokê Koma Çep Tny Kox êrîşên dewleta Tirk a li Efrînê bire rojeva AKPM’ê. Kox, anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê weke dagirkirin pênase kir.