Li Başûrê Kurdistanê 'Eniya Efrînê' ava bû

Bi dehan rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji bo destekê bidin Efrînê bi navê "Eniya Efrînê" dest bi çalakiyê girseyî kir.

Li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê eniyek bi navê "Eniya Efrînê ava kirin. Kampanya ji aliyê Akademiya Siyasetê û Ramanê Demokratîk a li Silêmanî ve hate destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de wê çalakiyên girseyî li dijî dagirkeriyê werin organîzekirin.

Der barê mijarê de li Salona Konferansê ya Hecî Elî ya Silêmaniyeyê, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Kemal Raûf di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê rewşenbîran axivî, Efrîn û berxwedaniya li wir slav kir, got ew tim li gel Efrînê ne û peywira dikeve ser wan ew hazir in bikin. Raûf got: ‘’Gelê me yê hêja weke ku hûn jî dişopînin li ser Efrînê êrîşeke giran heye. Dewleta Tirk li ser Efrînê êrîşa dagirkirinê daye destpêkirin. Em dikarin li dijî vê dagirkeriyê çi bikin. Ji bo vê em civiyane û me hin biryar standine.’’

Raûf got ji bo Efrînê wan biryara çalakiyên mezin û girseyî standine û ji bo vê jî komîteyeke amadekar ji 26 kes ava kirine û got, ‘’Destpêkê ev çalakiya me wê li Silêmanî dest pê bike. Li Başûrê Kurdistanê li gelek bajaran wê ev çalakî berdewam bikin. Ji bo vê me komîte çêkir. Ji vir em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi giyanê seferberiyê li Efrînê xwedî derkevin.’’

Raûf got, ‘’Roj roja parastina Efrînê ye’ û got ji bo ku di raya giştî de bihîstyariyê çêbikin jî plansaziyên wan hene, wê vê pêk bînin û daxuyaniya çapemeniyê bi gotina ‘Em ê destûra dagirkirina Efrînê nedin’ bi dawî kir.