Girê Spî piştgirî da Efrîn û Şehbayê
Gelê Girê Spî ji bo ku piştgiriyê bide berxwedana Efrînê û Şehbayê meşiya.
Gelê Girê Spî ji bo ku piştgiriyê bide berxwedana Efrînê û Şehbayê meşiya.
Bi hezaran kesên ku ji Girê Spî, Silûk, Hemam Turkmen û Eyn Îsa hatin li xaçerêka Şaredariya Girê Spî hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrîn û Şehbatê de şermezar kirin.
Di meşê de endamê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîka Girê Spî, Meclîsên Sivîl ên Reqa, Endamên Kongreya Star, TEV-DEM, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG-YPJ’ê, Hêzên Ewlehiya Navxweyî, HPC û endamên partiyên siyasî hebûn.
Di meşê de postorên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên TEV-DEM, YPG, YPJ û QSD’ê hatin hildan û pankarên ‘Dewleta Tirk bi êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê Pêngava Rizgarkirina Reqayê dike hedef’, ‘Em li pişt têkoşîna Kurdan in’, ‘Ji êrîşên Tirk ên bi ser Efrînê de na’ hatin vekirin.
Meş li xaçerêya El-Elemê bû mîtîing. Di mîtîngê de Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebîd axivî û got: ‘’Destpêkê em hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi nûçeyên derewîn dixwaze gelê Sûriyê bixapîne. Lê em gelên Rojava-Bakurê Sûriyê ji hêza xwe û ji pergala xwe ya neteweya demokratîk bawer dikin.’’
El Ebîd got ti cihêtî di navbera Kurdan, Ereban û Xiristiyanan de nîn e û got hemû gelê Sûriyê herêmê diparêze.
Hevseroka Xweseriya Demokratîka Girê Spî Zelîha Ebdî jî got: ‘’Em jinên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen ji bo ku peyamê bidin dewleta Tirk û dewletên dinyayê em li vir in. Em ê her car li pişt berxwedana Efrînê bin û Kobanê çawa serfiraz bû Efrîn jî wê serfiraz bibe.’
Piştî axaftinan dirûşmên bi piştgiriya berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê hatin berzkirin.