Sedî 70 taxa Ebdulmelîk a Reqayê ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên QSD'ê ku li Reqayê pêşveçûnên xwe didomînin, Sedî 70 yê taxa Hîşam Ebdulmelik ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin.
Şervanên QSD'ê ku li Reqayê pêşveçûnên xwe didomînin, Sedî 70 yê taxa Hîşam Ebdulmelik ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin.
Ji şeva din ta vê kêliyê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li 7 taxên bajarê Reqayê, şerê giran di qewime. Di vê çarçoveyê de, şervanan 70 ji 100’î ya taxa Hîşam Ebdullmelik ku li aliyê başûr ê bajar dikeve, ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha şervanan, gelek noqte li taxa El-Diriyê û Kevin a Reqayê, rizgar kirin.
Bi pêşveçûyîna şervanan li taxa Hîşam Ebdullmelik de, xeta parastinê ya duyemîn a çeteyên DAIŞ`ê li taxê hate şikandin û çete her ku diçin tengav dibin û nikarin serwerî li navenda bajar bikin.
Ji aliyekî din ve jî, di encama şerên dijwar li taxa El-Diriyê, Yermûk, El-Nehda, El-Berîd, Hîşam Ebdullmelik, El-Rewda û Reqa Kevin, gelek çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehate zanîn. Her wiha operasyonên paqijkirinê li eniyên baş ên rizgarkirî didomin. Di encamê de, şervanên QSD`ê gelek cebilxane di nava çekên artêşa Tirk de jî hebûn, desteser kirin.
Ji aliyekî din ve jî, tîmên taybet ên QSD`ê gelek gund û mezraa li bejahiya bakur-rojhilat ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Her wiha şervanan gelek cebilxane û mayînên ku bi dest hatine çêkirin, desteser kirin.