Cenazeyê şervanê Ceyş El-Swar El-Ebdo hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyê şervanê Ceyş El-Siwar Hisên El-Ebdo, li goristana Gundê Mêremîn veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyê şervanê Ceyş El-Siwar Hisên El-Ebdo, li goristana Gundê Mêremîn veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyê şervanê Ceyş El-Siwar Hisên El-Ebdo yê ku 7′ê Tîrmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û li ser daxwaza malbata wî li goristana gundê Mêremîn ê girêdayî navçeya Şera bi merasîmekê veşartin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê Ceyş El-Siwar Dilşêr axivî, rola şehîd Hisên di pêngva rizgarkirina Reqayê de vegot û soza şopandina rêya şehîdan da.
Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêmên Şahbayê Xeyriye Elo jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ″Cangoriyên azadiyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pir reng, canê xwe feda kirin. Em soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan didin.″
Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nadir Hiho jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hate veşartin.