Artêşa Tirk leşker û çekên xwe yên li sînorê Efrînê zêde dike

Artêşa Tirk, li ser sînorê gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê leşker û alavên xwe yên leşkerî bi cih dike.

Artêşa Tirk di navbera her du gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê û gundên Cîciyo û Kloro yên Bakurê Kurdistanê de, hejmarek leşker û du bircên çavdêriyê bi cih kiriye. Her wiha sînor ronî kiriye, ku kesên nêzî sînor bibin hedef bigirin.

Artêşa dagirker di navbera gundên Bîkê û Cîciyo de 3 kon vedaye, tank û cebilxaneyên xwe lê bi cih kiriye. Her wiha tunelên fireh amade kirine, da leşker û maşîneyên leşkerî lê bi cih bikin.

Artêşa Tirk li herêmê 200 dar şewitandine û li ser sînorê gundê Cîciyo avakirina dîwarê şermê didomîne.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker leşkerên Tirk bi cilên sivîl, derdikevin dewriyê.