Di encam topbaran artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Şehbayê de, 2 sivîl birîndar bûn. Ji ber topbaranê li derdorî Kampa Koçberan a Rûbar şewat derketiye.
Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Şehbayê de, 2 sivîl birîndar bûn. Ji ber topbaranê li derdorî Kampa Koçberan a Rûbar şewat derketiye.
Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ya li ser gundên Şehba û derdorî wê de, 2 birayên bi navên Fûad Henîfî (25) û Ehmed Henîfî (18) ên ji Gundê Ehrez birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa birîndarên rakirine Nexweşxaneya Avrîn baş in.
Li aliyê din ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê li derdorî Kampa Koçberan a Rûbar şewat derketiye.