Operasyona Reqayê: Li 5 taxan şer giran e

Li eniyên rojhilat û rojavayê Reqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li taxên El Berîd, El Qadîsiyê û El Diriya yên li rojavayê Reqayê şerekî dijwar diqewime. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şervanên QSD'ê li taxên El Diriya û El Berîdê bi pêş ve çûn û li herêmên nû yên hatine rizgarkirin dest bi operasyona paqijkirinê kirine.

Li van taxên navborî gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û termê 3 ji wan li naverastê man. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketin destê şervanan. Hejmara zelal a çeteyên hatin kuştin, nehate tespîtkirin.

Li taxa El Qadîsiyê ya li heman eniyê jî, duh bi şev şervanên QSD'ê droneke çeteyan anîn xwarê.

Li eniya rojhliat jî, li taxên Reqa ya Kevn û El Rewdayê şerekî dijwar qewimîn. Di vî şerî 9 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Li taxa Reqa ya Kevn hejmarek ji cebilxaneyen çeteyan kete destê şervanan.

Di şer de 4 şervanên QSD'ê şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn. Şerê giran ê li her pênc taxên navborî didome.