Li gorî nûçeya ANAH’yê ya ku agahiyan dispêre çavkaniyekî pêbawer, artêşa Tirk a dagirker ciwanên bi navê Hesen Mûstefa Ebdrezaq û Ebdcebar Îsmaîl Dalî yên ji herêmên Sifîra, dewa hewl didan sînor derbas bkin, kuştin.
Dîsa li gorî çavkaniyekî din a ji Ezazê, çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Mihemed Meîmûn Macîd Hemdo yê ji bajarê Ezazê bi hinceta alîkarî bi şervanên QSD’ê re dike, ji Cerabûsê revandin.
Heman çavkaniyan tekez kirin ku çeteyan Mihemed girtin û paşê ew êşkence kirin û destdanî ser wesayît, hezar dolar û mifteya mala wî.