Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam li Dêrazorê hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xanam yê di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bûbû, li Dêrazorê hat veşartin.
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xanam yê di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bûbû, li Dêrazorê hat veşartin.
Cenazeyê Şehîd Mihemed Ziyad El Xanam yê di 25ˋê Kanûnê de di bersivdana êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê li bajarokê Dêr Hafir ê rojhilatê Helebê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xidir El Hemade ya bajarokê Ebû Xeşeb ê rojavayê Dêrazorê hat veşartin. Xelkê Kantona Dêrazorê, nûnerên ji Meclîsa Rêveber a Kantona Dêrazorê û Kombûna Jinan a Zenûbiya tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Dêrazorê Rewaa El Mihemed axivî û got: "Şehîd Mihemed Ziyad El Xenam di nava xelkê nas dikir hezkirî bû."
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Ziyab El Çîlat sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.
Endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê Sîham El Silêman axivî û got: "Em îro li ser bi serbilindî şehîdê xwe oxir dikin û şehîdên ku di oxira aştî û ewlehiyê de giyanê xwe daye bi bîr tînin."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.