Fermandar Ronahî Yekta li Kobanê hate veşartin
Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Fermandar Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Ji bo veşartina şehîd Ronahî Yekta (Arşîn Hesen) ku 25'ê Kanûnê li Bendava Tişrînê di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi sedan kes ji xelkê kantona Firatê li hev kom bûn û li Kobanê merasîmek lidar xistin.
Di merasîmê de bê navber dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Soza me tolhildan e' hatin qîrîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed axivî û got, "Bi bi hezaran Ronahî bidin ser şopa Ronahî. Divê jin, ciwan, kal, pîr rabin ser piyan. Ji bo piştgiriya bi hêza xwe de li her deverê bi çekê asta têkoşîna xwe bilind bikin."
Arîn Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl nake, lewma ew neçar in ku li ber qirkirinê rabin û got, "Fermandar Ronahî jî ji bo azadiya jinan bi coş, îrade û israreke bêhempa li ber xwe da."
Piştre bavê şehîd Ronahî Yekta, Enwer Hesen axivî û anî ziman ku Ronahî li her deverê bêteredût têkoşiya û got, "Ronahî bi cesaret bû. Li ser soza xwe bû û bêteredût têdikoşiya. Di nava ciwanên şoreşger de bû. Wê li her derê bêdudilî li ber xwe da. Weke malbat em pê serbilin din."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hate xwendin, radestî malbata wê hate kirin û cenazeyê şehîd li ber dirûşma 'Şehîd namirin' hate veşartin.