Şêniyên Reqayê bi dirûşma 'Em hemû QSD ne' meşiyan

Şêniyên kantona Reqayê bi meşeke girseyî ragihand ku ew hemû QSD ne û li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn.

Şêniyên kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Rêveber a Reqayê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi girseyî tev li meşa ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bûn. 

Girseyê wêneyên şehîdan, alên QSD`ê, ala nû ya Sûriyeyê, pankartên "Em hemû QSD ne", "QSD`ê rûmeta me ye" û "Bijî Sûriyeya azad û demokratîk" hildan.

Meş li pêş Nexweşxaneya Zarokan a li bajêr dest pê kir û heta Qada Jina Azad meşiya û li wir mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Mişleb El Tirkan axivî û got: "Şêniyên Reqayê leheng in. Em li vê qada pîroz kom bûne û dibêjin em bi QSD`ê re ne ku hêvî û parêzvanê me ye."

El Tirkan wiha domand: "Piştgiriya me bi hêzên me re, helwesteke lehengane ye û baweriya me bi hêzên me heye ku dikarin siberoja xelkên herêmê biparêzin. QSD`ê li hember hêzên her terorîst li ber xwe da, bi ser ket."

El Tirkan got divê bi yek dengîç banga yekitiyê bê kirin û bibin hêza ku hêviyê li her derê Sûriyeyê belav bike.

Koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê Buseyne Ebdo jî axivî û got: "Bi saya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Reqa ji paytexta tariyê veguherî minareya azadiyê. Ew sembola berxwedana me ne. Em bang li gelê Sûriyeyê dikin û dibêjin em beşeke têkoşîna domdar a ji bo azadiyê, rûmetê û edaletê ne û bi QSD û YPJ`ê re ne."

Dûre serokê Saziya Kar û Barên Olî Îbrahîm El Iwês axivî û got: "Em bang li gelê Sûriyeyê dikin ku bibin yek û siberojeke ronak, li ser bingeha hezkirinê, aştiyê û ewlehiyê ava bikin.”

El Iwês xîtabên ku banga mezhebperestî û parçebûnê dikin û hemû kiryarên tundî, kuştin û koçberkirinê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew bi QSD`ê re ne.