Cenazeyê şehîdê Şaredariya Tişrînê hate veşartin
Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê xebatkarê şaredariya bajarokê Tişrîn ê gundewarê kantona Reqayê Mehmûd Mudîr Muslim ku di 26’ê Kanûnê de dema dema li ser erka xwe bû di encama êrîşekê de şehîd bibû, li goristana şehîdan a bajarokê El Hikûmiyê yê gundewarê bakurê Reqayê, spart axê.
Her wiha di merasîmê de nasnameya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mehmûd Hemûd El Seyîd ku di 10’ê Kanûnê de li bajarê Eyn Îsa şehîd bibû, hate eşkerekirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Meclîsa Rêveber a kantona Reqayê Mihemed El Ehmed axivî. Mihemed El Ehmed sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, karîbûn êrîşên dagirkeriyê têk bibin, ewlehî û aramiyê pêk bînin. "
El Hemed soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşîna wan da.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ebîr El Hac axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan û hemû şehîdan re xwest û wiha got: "Şehîd meşaleyên ronahiyê ne ku rêya jiyanê ronî dikin."
Piştî axaftinan belgenameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Mehmûd Muslim bi berzkirina dirûşma "Şahîd namirin" spartin axê.