BI DÎMEN

Xelkê Minbicê li dijî çeteyan daketin qadan: Ji gundên me derkevin

Xelkê gundên Minbicê li dijî dagirkeriya çeteyên Tirk daketin qadan û xwestin çete ji gundên wan derkevin.

Li gorî dîmenên li gundê Elûş ê gundewarê bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin de xuya dibe ku xelkê gund li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk derketine û ji wan re dibêjin ji gund derkevin û gund li pêş QSDˋê nekin qada şer.

Di dîmen de komek ji xelkê gund ji çeteyan re dibêje derkevin û tê de diyar dibe ku çete ber bi wesayîtên xwe ve diçin.

Gel hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Minbic û gundewarê wê red dikin, bi taybet jî bi ketina wan li nava bajêr û gundewarê wê kiryarên şelandinê zêde bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê piştî hilweşîna rejîma Esed gelek çete dixwazin derkevin û biçin bajarên xwe yên li deverên Sûriyeyê, lê dewleta Tirk a dagirker rê nade wan û li wan ferz dike ku şer bikin.