Êrîşên li ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê

Dewleta Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve êrîş bir ser Kobanê, Til Temir û Tebqayê.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA û topbaranê bombeyan li herêma Qereqozaxê ya li başûrê Kobanê dibarîne.

Her wiha embarên genim ên li Sirrînê ku li başûrê Kobanê ye bi topbaranê têne bombekirin.

TEBQA

Îro saet di 01:00 de jî balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker (SÎHA) bombe li wesayiteke sivîlan a li nêzî navçeya Mehmûdlî ya Tebqayê barand.

Di encama bombardûmanê de 2 sivîl birîndar bûn.

TIL TEMIR

Dewleta Tirk a dagirker bejahiya bakurê Til Temirê jî bi çekên giran bombe kir.