Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiyê bûn
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî, bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin.
Mamosteyên Kantona Firatê tevlî seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îlan kirî, bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Akademiya Şehîd Viyan Amara, Ehmed Dabo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ev demeke êrîşên xwe yên bê navber li ser herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê didomîne. Piştî ku Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir, weke mamosteyên Kantona Firatê em jî tevlî vê seferberiyê dibin.
Em jî weke mamosteyên Kantona Firatê tabûra şehîd Ronahî Yekta ava dikin. Em ê timî piştgirî bidin hêza xwe QSD, YPG û YPJ’ê û çi ji me bê xwestin ji bo parastina gel, welat û bajarê xwe em amade ne."