‘Divê jin eniyeke xurt ava bikin’
Ebîr Hessaf daxuyaniyên dawî yên Ofîsa Karên Jinan a li Şamê rexne kir û got, “Divê jinên li Sûriyeyê, van polîtîkayên paşverû red bikin û di nav hevgirtinê de eniyeke xurt ava bikin.”
Ebîr Hessaf daxuyaniyên dawî yên Ofîsa Karên Jinan a li Şamê rexne kir û got, “Divê jinên li Sûriyeyê, van polîtîkayên paşverû red bikin û di nav hevgirtinê de eniyeke xurt ava bikin.”
Veguherîna civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de pêşketineke bilez bi dest xist û bi pêşengiya jinan veguherî pêvajoyeke şoreşê. Şoreşa Rojava, bi cihgirtina çalak a jinan di nav qadên civakî, siyasî û aborî de û bi gelên din ên herêmê re lêgerîna jiyaneke demokratîk, wekhev û adilane xurt kir.
Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hessaf bal kişand ser pêvajoya Bihara Gelan a ku ji 13 salan zêdetir e didome û got: “Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê bi hilbijartina rêya sêyemîn rastî guherîneke mezin hat. Di vê pêvajoyê de bi pêşengiya gelê Kurd û jinan şoreşek pêk hat. Jinan bi felsefeya parastina axa xwe û rênedana dagirkeriyê têkoşîna jiyaneke nû dan.”
Ebîr Hessaf diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê kiriye û wiha dewam kir: “Dema ku em bi baldarî li hikûmeta bi destê HTŞ’ê li Sûriyeyê ava bûyî binêrin, polîtîkayên li ser gel disepîne li ber çavan bigirin, em nikarin bibêjin tabloyeke erênî derdikeve holê. Polîtîkaya şîdet û qirkirinê ya li dijî Elewiyan tê pêşxistinî derbarê dahatûya Sûriyeyê de dibe sedema metirsiyan.”
Ebîr Hessaf her wiha bal kişand ser çend daxuyaniyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û diyar kir ku ev yek cihê şermezariyê ye. Hessaf wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kiryarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên ku îrade û mafên jinan tune dihesibîne li hember destkeftiyên jinan gefeke mezin e. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fedakariyeke mezin gelek destkeftî bi dest xistine. Lewma divê jinên Sûriyeyê polîtîkayên paşverû red bikin û eniyeke xurt a berxwedanê ava bikin û hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin.”