BI DÎMEN

'Bi şerê gelê ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin'

Jinên ciwan ên Kantona Cizîrê diyar kirin ku ew ê her tim li pişta hêzên xwe bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî wê azad bibin.

Jinên ciwan ê Kantona Cizîrê Canê Ehmê, Hêvî Şibo û Hewlêr Mihemed ji ANF re axivîn û silavên germ ji berxwedanê hêzên xwe QSD'ê re şandin û bi taybetî ji hêzên YPJ'ê re.

Canê Ehmê diyar kir ku ew hêza xwe ji şervanên xwe digirin û wiha axivî: "Di destpêkê de em hemî şervanên YPG, YPJ û QSD silav dikin. Em wekî jinên ciwan hêza xwe ji şervanên QSD û YPJ'ê digirin û ji bo me hêvî û rûmet in. Em ê heya dawî li ber xwe bidin û asta têkoşîn bilind bikin. Bila ti carî dagirkeriya Tirk xeyal neke ku em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm bibin, kîn û nefreta me roj bi roj ji dijmin re zêdetir dibe. Em ji xwe bawerin ku em ê dijmin têk bibin û em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em ji hêz û gelê xwe bawerin wê destketiyên mezintir bi ser bixin."

Canê Ehmê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê parastina ax û welatê xwe bikin û xwedî lê derkevin û got, ew ê heya dawî li ser piya bin û li kêleka şervanên rûmetê QSD'ê bin.

'EM Ê HETA DAWIYÊ LI PIŞT HÊZA XWE BIN'

Hêvî Şîbo jî anî ziman ku ew ê heya dawî piştgiriya QSD'ê bikin wiha domand: “Em wekî ciwanên jin rêya me ya sereke ew e ku ruhê şerê gelê şoreşgerî xurt bikin. Îro keç û xortên me di xetên destpêkê yên şer de ne. Lewma pêwîste em jî bi ruhê şorergerî û fedayî tevlî şervanên xwe bibin. Em niha berpirsyarê parastina jiyana azad in ku em rê nedin neyaran ku jiyana me carek e din bikin tarîtiyê. Her wiha em niha bi dengekî bilind dibêjin em hemî QSD ne, bêguman QSD'ê bû sedema jiyaneke azad ku em bijîn."

'FIKRÊ RÊBER APO JI BO ME BINGEH E'

Hewlêr Mihemed da zanîn ku ew bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî tevlî seferberiya QSD'ê bûne û got, "Em wek ciwanên jin di civakê de erka me pir girîng e, ji ber ku ciwan statuyên sereke yên civakê ne. Ji ber wê jî pêwîste em bi hemû hewldanên xwe têkoşînê mezin bikin. Rêveberiya me ya xweser ji bo me îrade ye da ku em tevahî hewldanên dijmin bi bin bixin.  Herî girîng di berxwedana me de fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo me herî zêde bingeh e. Em jî wek ciwan bi rêya fikir û felsefeya Rêberê xwe tevdigerin."

'EM Ê BI CIWANTIYÊ BI SER BIKEVIN'

Hewlêr Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku parastin tişta herî sereke ye di jiyana mirovahiyê de û got, "Dema mirov parastina xwe û xaka xwe neke wê nikaribe parastina rûmeta xwe jî bike. Parastin hîn di demên civaka xwezayî de yek ji zagona sereke bû. Pêwîste ev yek bi me re bimîne heta dawiyê û em parastina xwe di her aliyê de bikin. Ez silavên herî gerim ji hêzên me yên QSD û YPJ re dişînin û berxwedana wan a dîrokî di mêjiyê xwe de diçînin. Her wiha wek jinek ciwan ez ê piştgirtiyê bidim hêzên me yên YPJ. Di heman demê de em hêz û berxwedaniya xwe ji lehengiya hêzên xwe digrin. Di dawiyê de gotina ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê serkevin’ em ê li gor vê gotinê bin û bighêjin asta serketinê."