Li başûrrojhilatê Minbicê 2 çeteyên SMO teslîm bûn

Li çoltera Ebû Qelqel a Minbicê 2 çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwe radestî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

MINBIC

Êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) yên li navbera Minbicê û Bendava Tişrînê di roja 24’an de berdewam dikin. Berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û  Meclîsa Leşkerî ya Minbicê didome.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên SMO'yê li hemberî hêzên xweparastinê nekarîne li ber xwe bidin û teslîm bûne. Her wiha tê diyarkirin ku gelek çeteyên nexwestin şer bikin, ji ber şer reviyan û dewleta Tirk a dagirker zextan li wan dikin ku tevlî şer bibin.

Agahiyek ku vê pişterast dike jî êvara şeva sêşemê çêbû. Li çoltera Ebû Qelqel a Minbicê 2 çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwe radestî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.