BI DÎMEN

Ji çavê rojnamevanan berxwedan û êrîşên li hemberî Şehbayê -I

Di demekê de ku li herêmên Şehba û Til Rifetê êrîşên çeteyên SMO'yê dewam dikirin, rojnamevanan şahidî ji şer û berxwedanê re kirin. Rojnamevan Rûken Efrîn berxwedana li van herêman û bûyerên bi serê gel ve hatin kirin belge û bû şahida şer û berxwedanê.

RÛKEN EFRÎN

Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya dewleta Tirk ji Helebê destpê kir û Şehba, Til Rifet, Hama, Hûmûs û Lazkiyê bi dest xist, dû re jî êrîşî Şamê kir û rejîma Esad rûxand.

Çeteyên SMO'yê û HTŞ'ê bi stratejiya 'bêyî ku şer bike şer qezenc bike' dişopîne. Li hemberî van ne rejîma Sûriyê ne jî Îran bêyî ku berxwedanekê nîşan bidin ji herêmê derketibûn. Bi taybetî rojnamevanên ku li herêma Şehba-Til Rifetê şahidî ji şer û berxwedanê re kirine, rola wan a di nava şer de rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Rojnamevan Rûken Efrîn a ku li qada şer wek nûçegihana şer cihê girt, hem ji şer hiem jî ji berxwedanê re şahidî kir.

'ÊRÎŞ NESEKINÎN' 

Rûken Efrîn a ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi bîr xist, bal kişand ser êrîşên dawî û got, "Gelê Efrînê di sala 2018'an de bi êrîşên dewleta Tirk re ji qirkirinek mezin derbas bû. Piştî berxwedanê ku 58 roj ajot, neçar ma koçî Şehbayê kir. Lê ev koçkirin, êrîşên dewleta Tirk neda sekinandin; gelek caran li hemberî sîvîlan di asta komkujiyê de êrîş pêk hatin. 

Jin, extiyar û zarok gelek mirov jiyana xwe ji dest dan. Dema êrîşên dewleta Tirk didomiya, di bin ambargoya rejîmê de rewşeke giran hebû. Navçeya Til Rifetê cihekî stratejîk bû. Bi koçkirina gel a Şehbayê re dewleta Tirk plan dikir ku vê herêmê dagir bike. Planên êrîş û dagirkeriyê qet nesekinî. Til Rifet ji ber girîngiya xwe ya jeostratejîk cihekî pir guncav bû. Li wir mirovan dikarîbûn cihekê debarê xwe pêkanînê peyda bikin. Her wiha Til Rifet xwedî baregehê hewayî yê leşkerî bû û rêya M5 ji vir derbas dibû. Taybetmendiyên bi vî rengî her tim Til Rifet kir hedef.

'REJÎM ŞER NEKIR, ÇAR ALIYÊ ŞEHBAYÊ XISTIN DORPÊÇÊ' 

Êrîşên ku HTŞ'ê di 27'ê Mijdarê dabû destpêkirin de tu pevçûn rû neda û raste rast teslîmiyet çêbû. Rejîma Sûriyê, li hemberî êrîşan li ber xwe neda û mewziyên xwe yek bi yek terikand û bêyî ku li pey xwe mêze bike paş de vekişiya. Vê rewşê hişt ku Şehba ji çar aliyan ve were dorpêçkirin. Dûre li herêma Şêrewayê li ser 6 gundan êrîşên giran destpê kirin. Ev gund, berê ji aliyê çeteyan ve gelek caran dihat hedefgirtin. Di êrîşên dawiyê de ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) ve berxwedanek mezin hate nîşandan. Ev 6 gund, li gel Nubul û Zehra, nêzîkî Keleha Semaanê (rojavayê Halebê) bûn û di navbera her gund de 100 metre mesafe hebû. Ji ber vê dema gundek were destxistin derfeta xwegihandina gundên din çêdibe. Ji ber ku ev gund milekî ve ji aliyê HTŞ'ê, di milê din de jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn dorpêçkirin her tim di bin êrîşan de ma û xwestin bixin dorpêçê.

'JI SÊ XETÊN CUDA VE ÊRÎŞÊ DESTPÊ KIRIN' 

Di heman demê de êrîşên ku çeteyên dewleta Tirk ji bejahî ve pêkanîn, di xeta gundên Şêx Îsa, Hirbil û Eyn Deqnê de bi awayek dijwar destpê kirin. Ji gundên Ehdas û Şêx Necar(herêma sanayiyê) re jî êrîş kirin. Bi vî awayî ji sê xetan ve êrîşên hovanê pêk anîn. Ev rewş, tundiya herêmê zêde kir û ji bo gel jî gefek mezin çêkir. Berxwedana gelê Efrînê ya Şehbayê beşekê girîng a dîrokê pêk dianî.

Ev gelê ku xeta şerê gelê şoreşgerî ji xwe re esas digirt, berxwedana xwe tenê bi van êrîşan nedabû destpê kirin. Ji dagirkirina Efrînê vir ve her tim di nav berxwedanê de bû. Bi êrîşên dijwar re propagandayên dewleta Tirk a reşkirinê jî ket dewreyê. Nûçeyên ku digotin gelê Til Rifatê paş de vekişiya, panîk û tirs jiyan dike derew bûn. Min bûyeran kêlî bi kêlî şopand û min dît ku heta biryara paşde vekişandinê hat girtin gel berxwedana xwe didomîne û ji mal, kolan û taxên xwe dernakeve. Gel li ba şervanên xwe berxwedana xwe didomand û min şahidî ji sekna wan a ku îrade, werekî û berxwedanê raber dikir re kir.

'PAŞDE VEKIŞÎN JI BO EWLEKARIYA GEL BÛ'

Hewayê tirs û panîka ku behs dikirin qet tunebû. Lê, ji ber sê aliyan ve êrîş pêk dihatin û her wiha ji ber tevgera belafirên keşfê zêde bûn, jiyana gel ket xetereyek mezin. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ev rewş nirxand û biryar da ku ji Şehbayê vekişîn. Armanca vekişînê pêkanîna ewlekariya gel bû. Ev pêvajo xwedî kêliyên dijwar bû, lê ya herî girîng ewlekariya gel bû. Heger gelê ku li Şehbayê jiyan dikir ji vê herêmê derneketiba, wê bi kiryarên hovanê û dermirovî yê çêteyan re rû bi rû bimaya. 

Ji aliyê herkesî ve tê zanîn gelê ku li Efrînê ma ji aliyê çeteyan ve çawa rastî destdirêjî, komkujî û êşkenceyê hatin. Di 1'ê Kanûnê de biryara vekişînê hat girtin. Ew roj, ji saet 8'ê sibehê heta 13'ê nîvro şervanan berxwedanek mezin raber kirin. Piştî ku biryara vekişînê hat girtin, ji bo bi rê bikevin xwe ref bi ref amade kirin. Kêliyên biêş û dijwar hatin jiyandin; dîmena ku derdiket holê, agahdarî ji cara duyemîn felaket jiyankirina Efrînê dikir. Kerwan û seyarê li pey hev rêz bûbûn. Şehba hatibû dorpêçkirin, çete jî di nav karwan û gel de bûn."

‘BI ZORA ÇETEYAN ŞANDIN EFRÎNÊ’

Rûken Efrîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoya vekişînê de çeteyan zulmeke mezin li gel kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Çeteyan li dijî koma gel ya dixwest li Til Qiraxê kom bibe serî li sepanên dermirovî dan. Gelê ku dixwest xwe bigihîne komê, bi astengiyan re rû bi rû ma. Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin qetilkirin û destûr nedan ku gel xwe bigihîne komê. Zêdetirî niviya kesên ji komê ji aliyê çeteyan ve hatin bi darê hatin vegerandin û ew şandin Efrînê. Di vê serdemê de vegerên ji bo Efrînê bi zora çeteyan pêk hatin. Ji ber ku gelê Efrînê jiyaneke di bin kontrola çeteyan de nedixwest, ev rastî nîşan didan. Biryara Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê, ji aliyê gel ve jî hatibû qebûlkirin û yekgirtiyek pêk hatibû. Dema ku çete gihiştin koma Til Qiraxê di dijî gel dest bi zulmê kirin. Ebdulrehman Murşîd ê di nava koma gel de, Efrînîyekî welatparêz bû û girêdayî welatê xwe bû. Çeteyan hewl da ku wî ew bi darê zorê ji koma gel derxîne. Ebdulrehman Murşîd jî ji bo ku nekeve di destê çeteyan de bi çeka xwe guleyek berda serê xwe û xwe feda kir û şehîd bû. Rewşeke wisa bûku mirov gelekî pê diêşiya. Ebdulrehman Murşîd weke kesekî temenmezin   ji bo ku nekeve di destê çeteyan de jiyana xwe feda kir.

‘ÎNSAN DIHATIN HEDEFGIRTIN’

Pıştî koma Til Qiraxê me bi awayekî xwe gihand koma Fafînê. Şert û mercên hewayî gelekî xirab bûn û hewa gelekî sar bû.  Di vê komê de gelekî zarok û kesên temenmezin hebûn; herweha di nava komê de jineke ducanî jî hebû. Nexweşxaneya Şehîd Avrîn gelekî nêzîk bû lê belê di bin kontrola çeteyan de bû. Însanên ku ji bo derman û alavên tibî diçûn nexweşxaneyê jî hedef dihatin girtin. Ji ber wê yekê jî birina jineke ducanî ya ji bo nexweşxaneyê ji bo wê talûkeyeke mezin bû. Dihat texmînkirin ku wê bi miameleyeke çawa re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê jina ducanî bêyî ku bîçe nexweşxaneyê di nava koma gel de anî dinyayê û mixabin ku zaroka wê jiyana xwe ji dest da. Herweha di nava vê komê de du kesên din ên temenmezin jî jiyana xwe ji dest dan. 

Piştî ku koma gel ya du rojan sekinî bi roj gihîştin Tebqa û Reqayê û bi nêzîkatiyeke cuda re rû bi rû man. Lê belê koma gel ya bi şev bi rê ket,bi sepanên dermirovî re rû bi rû man.  Bi taybetî jî li dora Balafirgeha Kuveyrîsê li jinan zext û heqaret hatin kirin.  Herweha mi bi çavê xwe dît ku 6 cenaze hatin şewitandin, li erdî herî kêm deh cenaze hebûn û derbasbûna zêdetirî sed kesî hate astengkirin. Ev yek êş û berxwedaniya gel dubare nîşan didin."

‘BI TUNDIYA FÎZÎKÎ Û PSÎKOLOJÎK RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’

Rûken Efrîn têkildarî rewşa gelê Şehba ya ku di bin kontrola çeteyan de jî ye axivî û got: ‘’Em dibihîzin ku gelê Efrînê yê di navbera xeta Til Rifat û Şêrawayê de mayî bi zulmên çawa re rû bi rû dimînin. Roja ku xwe digihînin Til Rifatê,  biryarê didin ku zilamên 18-60 salî ji Til Rifatê werin derxistin. Jinan ku em bi rasterast bi wan re axivîn, anîn ziman ku jiyana wan di xetereyê de ye û çeteyan bi taybetî jî serî li tundiya fîzîkî û psîkolojîk dane. Destûr nedidan ku gelek şêniyên Til Rifat û Şehbayê tevlî koma gel bibin. Ji bo ku gelê herêmê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin, ev yek dikirin. Ev çete, wê welatiyan weke koleyan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin û kesên ku vê yekê qebûl nekin jî wê werin qetilkirin. Bi vî rengî hewl didin ku welatiyan bixin bin kontrola xwe.

‘BI STANDINA FÎDYEYÊ SERBEST BERDIDAN’

Ji ber astengiyên çeteyan, li Şehbayê nêzîkî 50 malbat mabûn. Ev malbat, hê ji roja ewil ji aliyê çeteyan ve hatin binçavkirin û girtin. Li dijî welatiyên ku di odeyên biçûk de dihatin ragirtin êşkence hate kirin.  Ji bo serbestberdana van welatiyan fîdyeyên pir mezin ên weke 70 milyon lîreyên Sûriyeyê dihate xwestin. Herweha hewl dan ku welatiyan bi darê zorê bibin Efrînê. Ji ber vê yekê gelek malbat ji hev du hatin dûrxistin û heya niha jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn. Ev yek hemû êş û berxwedaniya gelê me zêdetir nîşan didin. 

‘WÊ ROJEKÊ DUBARE EFRÎN AZAD BIBE’

Rojnamevan Rûken Efrîn anî ziman ku van hêviyên xwe yên vegera ji Efrînê ji dest nedane û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ez weke rojnamevan û keseke ji Efrînê, jibo hêzên navneteweyî bangeke me çênebû û wê çênebe jî. Çimkî tevî sepanên dermirovî yên li Efrînê jî, Efrînîyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi darê zorê berê wan dan Şehbayê ji bo ku xwe ji qirkirinê rizgar bikin dubare di rêya koçberiyê de bi êşên pir mezin re rû bi rû man. Em baweriya xwe ya ji bo gelê Efrînê û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin. Me tu caran hevîyên xwe yên ji bo vegera Efrînê ji dest neda. Li ser van xakên ku gelekî êşan rû da, bi berxwedanî û hevgirtinê em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevin û têkoşîna xwe dewam bidomînin.’’