Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku 2 endamên wan şehîd bûne. Fermandariyê diyar kir ku endamên wan Ezîz Dawûd û Şeyhan Hedlan di 31’ê Kanûna 2024’an de di êrişên şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bûne.

Di daxuyaniya fermandariyê ya têkildarî mijarê de wiha hate gotin:

“Piştî hedefgirtina nuqteyên hêzên me ji aliyê şaneyên razayî yên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ve, em şehadeta 2 endamên xwe yên qehreman dema ku erka xwe ya parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe bi cih dianîn, ji gelê xwe re radigihînin.

Şehîd Ezîz Dawûd û Şeyhan Hedlan bi ruhê xwe yê welatparêzî û dilsoziya bi erka xwe re cêwaz bûn. Şehîd Ezîz yek ji kesên yekem bû ku tev li hêzên me li Şedadê bû û bi awayekî bibandor di xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê de bû mînaka fedakarî û dilsoziyê. Şehîd Şeyhan ji dema ku tev li hêzên me bû bi lehengî û wêrekiya xwe dihat naskirin, ji bo ciwanên ku ji bo parastina gelê herêmê xwe beşdarî gelek erkên parastinê bûbû.

Em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, soz didin gelê xwe ku xwîna şehîdên me vala dernakeve û em ê herêmên xwe û gelê xwe ji hemû gefan û xetereyan biparêzin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN


Nav û paşnav: Şeyhan Hedlan
Navê Dayikê: Coze
Navê Bav: Racêd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Rebî’a 01.01.2004
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 27.01.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Hemîs, 30.12.2024

Nav û paşnav: Ezîz Dawûd
Navê Dayikê: Ref’a
Navê Bav: Hemûd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Ebû Artûz, 02.06.1991
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şedadî, 09.08.2018
Cih û Dîroka Şehadetê: 30.12.2024, Şedadî