QSD’ê 2 şervanên şehîd bi bîr anî
QSD’ê şehîd Mehmûd Feysel Elî û şehîd Sayîl Umer Mihemed bi bîr anî.
QSD’ê şehîd Mehmûd Feysel Elî û şehîd Sayîl Umer Mihemed bi bîr anî.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
"Hevrêyê me Eqrebreş (Mehmûd Feysel Elî) dema şerekî giran a di navbera hêzên me û hêzên dagirker û çeteyên wê de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Minbicê şehîd bû. Hevrêyê me Egîd Dirbêsiyê (Sayîl Umer Mihemed) li gundewarê Helebê di pevçûnên li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.
Hevrêyê me Eqrebreş ji malbateke welatparêz e. Bavê wî jî di nava refên hêzên me de têkoşînê dike. Hevrêyê me ku ji berî çend salan ve cihê xwe di nava hêzên me de digire, gelek perwerde dîtin û pisporiyên şer û leşkerî wergirt û xwe pêş xist. Ji ber asta pêşketina wî ya profesyonel cihê xwe di nava refên Hêzên Komandos de girt.
Hevrêyê me Eqrebreş li herêmên Zirgan, Dêrazor û Serêkaniyê cihê xwe di gelek pêngavên leşkerî yên hêzên me yên li dijî rêxistina DAÎŞ a terorîst û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de girt. Her wiha beşdarî pêngava Gurzê Gelan a li dijî çeteyan DAÎŞˈê ya li girîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê bû.
Hevrê Eqrebreş ku di tevahî pêngav û operasyonan de bi dilsozî şer kir, mînaka şervanê dîsîplîn ê bawer bi serketinê bû.
Hevrêyê me Egîd Dirbêsiyê di nava Hêzên Komandosê de cih digirt, roleke mezin di şeran de lîst. Bi wêrekî û cesareta xwe ya veguhestina pêwîstiyên leşkerî, teqemenî û şervanên birîndar dihat naskirin. Ti carî tirs nas nedikir. Di berxwedana li gundewarê Helebê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de heya fîşeka dawî li ber xwe da, dema ku fîşekên wî qediyan, ji bo nekeve destê çeteyan çalakiyek fedaî kir û ket lîsteya şehîdên nemir ku dê di bîr û dilê gelê xwe de zindî be.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soza xwe ya ji bo tolhildana xwîna wan a pak nû dikin. Em ê heya avakirina welatekî ewle yê bê teror û dagirkerî têkoşînê bikin."
Agahiyên derbarê nasnameyên şehîd, bi vî rengî ne:
Nasnav: Eqrebreş
Nav û paşnav: Mehmûd Elî
Navê dayik: Hinda
Navê bav: Feysel
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 1999
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 8 Kanûn 2024
Nasnav: Egîd Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Sayîd Mihemed
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Umer
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dirbêsiyê, 2003
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarên Helebê, 8 Kanûn 2024.