QSD: SNHR hewl dide sûcên dewleta Tirk binixumîne
Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku saziya bi navê SNHR ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin û ji bo sûcên dewleta Tirk binixumîne dixebite.
Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku saziya bi navê SNHR ji aliyê dewleta Tirk ve tê birêvebirin û ji bo sûcên dewleta Tirk binixumîne dixebite.
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê mijdarê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHNR) ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin, îdia kir ku li gundê Qişlê yê li başûrê rojhilatê Minbicê ji malbatekê 3 kes hatine qetilkirin. Torê îdia kir ku ev sûc ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin.
Tora navborî bi vê îdiayê hewl dide bi awayekî sîstematîk sûcên çeteyên Tirkiyeyê yên di dema bûyerê de gund kontrol dikir, veşêre.
Hêzên me beriya 10 rojan derbasî gund bûn û gund ji çeteyên El Emşat û El Hemzat paqij kir. Hêzên me dema derbas bûn; cenazeyên 3 sivîlan; Mihemed El Xelîl El Eyûbî, hevjîna wî û kurê wan Silêman dîtin. Her sê kesan dema nehiştibû çeteyên Tirkiyeyê milkên wan bidizin, ji aliyê çeteyan ve hatibûn qetilkirin. Ev sûc yek ji dehan sûcên talankirin, dizî, revandin û destdirêjiyê ye ku komên girêdayî Tirkiyeyê di nava rojên dawîn de li Minbicê kiribû û bi dîmenan ji aliyê şêniyan ve hatine belgekirin.
Agahiyên derew ên ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê belav dike, hişt û hîna jî dihêle sûcdarên rasteqîn werin nixumandin. Hîn jî li Efrîn, Minbic û deverên din bi sedan sûc ên ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve têne kirin, lê ji aliyê vê torê ve ku xwe daye aliyê sûcdaran, tên nixumandin. Ev nixumandin jî dihêle ku sûc dubare bibin û edalet ji qurbaniyan re nayê pêkanîn û hesab ji sûcdaran neyê pirsîn.”