Agahiyên li ser nasnameya şehîdên Helebê hatin eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Helebê du endamên wan şehîd bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li Helebê du endamên wan şehîd bûne.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamên wan Maher Yûsif û Mihemed Elî Alo di êrişa balafireke xwekuj a li dijî Dibisatana Tariq Bîn Ziyad a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şehîd Maher Yûsif û şehîd Mihemed Elî Alo bûne nimûneyên cesaret û fedakariyê. Şehîd Maher ku bi qehremanî û dilsoziya xwe dihat naskirin, bû mînaka cesaretê ku ewlekariya gelê xwe di ser her tiştî re didît. Şehîd Mihemed jî sembola ciwanên welatparêz ên dilsoz bû ku di wê baweriyê de bû ku parastina xaka welat erkek herî pîroz e.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin û xwîna wan a pak dê rêya serkeftinê ronî bike û bîranîna wan di dilê me û nifşên siberojê de nemir in.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nav û paşnav: Maher Yusif
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb, 1996
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Heleb, 02.03.2024
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 31.12.2024
Nav û paşnav: Mihemed Elî Alo
Navê Dayikê: Sabah
Navê Bav: Fethî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn, 2002
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Heleb, 20.07.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 31.12.2024