Gorur, wiha got: “Li Stenbolê, li ser xeta fayê ya Kûmbûrgazê ya di Behra Marmarayê de gelek erdhej çêdibin. Mezinahiyên wan cuda ne. Ev ne ew erdhejên ku em li bendê ne. Ev, stresa vê fayê kom kirî zêde dikin. Yanî dide zorê ku bişikê. Li vir erdheja esasî wê bi ser pileya 7’an re be.
Erdhej, mijareke ewqas girîng e ku dema erdhej çêbû li ser nayê axaftin. Divê hêj erdhej çênebûyî em li ser biaxivin û tevdîran bigirin. Di serî de hikûmet û piştre jî şaredarî û gel, divê bi destê hev bigirin û amadekariyan bikin. Çêkirina bînayan nayê wateya amadekariya erdhejê. Avakirina avahiyên li dijî erdhejê bikarin li ber xwe bidin tiştekî cuda ye. Divê êdî gel tişta pêwîst bike. Tişta ku divê bike, çavdêrî û venihêrîne.”