ROJANE
Hemû Nûçe
-
Berxwedan di roja 4’an de ye, gelê Xelfetiyê bi biryar e!
Berxwedana li navçeya Xelfetiyê ya li dijî desteserkirina îradeyê di roja xwe ya 4’an de ye. Siyasetmedar û gel mil bi mil berxwedana xwe didomînin. -
Tuncer Bakirhan: Divê lêpirsin li dijî kesên ku gel manîpule dikin bê vekirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê lêpirsîna li dijî axaftina wî ya li Mêrdînê hatî vekirîn de daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku divê lêpirsîna esas li dijî kesên ku gel manîpule dikin bê vekirin. -
Nobeda Demokrasiyê di roja 4'emîn de ye
'Nobeda Demokrasiyê' ya ku Partiya Gel a Komarê (CHP) piştî girtina Şaredarê Esenyûrtê da destpêkirin di roja 4'emîn de ye. -
Li dijî Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan 'karê qanûnî' hate destpêkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk ragihand ku li dijî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tûnç 'karê qanûnî' hatiye destpêkirin. -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya li hemberî rojnamevanan şermezar kirin
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, tundiya polîsan a li hemberî rojnamevanan a ku zêde dibe şermezar kirin û gotin, “Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamevanan li gel rojnamevanan bin.” -
Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Îzmîrê di serdegirtina malan de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Tecrîd bi xwe rejîma zordariyê ye
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa ragihand ku tecrîd bi xwe rejîmeke zehmet e, rêbaza tepisandina pirsgirêkê bi rengekî li derveyî hiqûqê ye. -
HBDH: Rêya derketina ji nava tarîtiyê, rêya şoreşa Cotmehê ye!
HBDH got, "Rêya derketina ji vê tarîtiyê, rêya şoreşa Cotmehê ye! Tenê rêxistinbûneke ku vê tarîtiyê parçe bike û dawî li sîstema riziyayî bîne, dikare me rizgar bike.” -
Li Îzmîrê çalakiya li dijî darbeya qeyûm
Milîsên Gever Zafer ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Îzmîrê li hemberî darbeya qeyûm çalakî kirin. -
Li Farqînê stasyona bazê hate şewitandin
Li Farqînê ciwanên ku li dijî desteserkirina îradeyê daketin qadan agir berdan stasyoneke bazê. -
Parêzer Sarica: Mafê hêviyê nabe bibe mijara bazarê
Ji parêzerên Rêber Apo Rezan Sarica anî ziman ku li Îmraliyê pêşketineke nû nîne û destnîşan kir ku ji bo mafê hêviyê pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye. -
ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwanên Wanê li kolanan li ber xwe didin
Ciwanên Wanê tevahiya rojê li dijî desteserkirina şaredariyan li kolan û li gelek taxan çalakiyên protestoyî li dar xistin. -
Berxwedana Êlihê: Qeyûm wê biçin, gel wê bên
Milîsen Azadiya Kurdistan (MAK) Êlihê darbeya qeyûmê protesto kir û peyama “Qeyûm wê biçin, gel wê bên” dan. -
Gelê Nisêbînî li dijî desteserkirinê meşiyan
Gelê Nisêbînî darbeya qeyûmê bi meşeke meşaleyî protesto kirin. -
Nobeta Demokrasiyê ya endamên CHP’ê dewam dike
Nobeta Demokrasiyê ya CHP’ê li dijî desteserkirina îradeyê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. -
Biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hate dayîn
Bi hinceta wêneyê Rêber Apo biryara komkirina rojnameya Yenî Yaşamê hat dayîn. -
Ahmet Turk: Bi dengek mezin em bertekên xwe nîşan bidin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Qoserê axivî û ev bang kir, “Li dijî zîhniyeta ku îradeya gel îpotek dike, bi avakirina yekîtiya xwe ya demokratîk bertekên xwe bi dengeke bilind belav bikin.” -
Berxwedana li kolanên Êlihê dewam dike
Li Êlihê girseya ku desteserkirina şaredariyan protesto kir, li dijî êrîşa polîsan dest bi berxwedanê kirin. -
Li her derê çalakî: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Îaredariya Esenyûrta Stenbolê û şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê dewam dike. -
Li Girtîgeha Kandirayê hewldanên provokasyonê zede bûne
Li Girtîgeha Kandirayê ku Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel jî lê rehîn tên girtin, êrîş û hewldanên provokasyonê zêde bûne. -
Ji beşa lezgîn a nexweşxaneyê, car din birin girtîgehê
Girtî Mehmet Başaran ê ji ber krîza dil di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dihat ragirtin, car din birin girtîgehê. -
Dadgeha Bexdayê îdîayên PDK'ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê pûç kir
PDK’ê û Wezareta Karên Hundir a Iraqê, PKK bi şewitandina bazarên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê sûcdar kiribû. Lê Dadgeha Bexdayê ev îdîa pûç kirin. -
ÎHD: Li Girtîgeha Îmraliyê di 3 mehan de 154 caran maf hatin binpêkirin
ÎHD’ê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Marmarayê, di 3 mehan de 1525 caran maf hatine binpêkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Îmraliyê 154 caran maf hatine binpêkirin.