Girtiyê nexweş dubare şandin girtîgehê
Mehmet Emîm Çam ê krîza dil derbas kir, dubare şandin girtîgehê.
Mehmet Emîm Çam ê krîza dil derbas kir, dubare şandin girtîgehê.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîriyê ya Êlihê tê rehîngirtin, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Hate ragihandin ku Çam ê li vir tedawî dibû, dubare şandine girtîgehê.
Keça Mehmet Emîm Çam Sîbel Çam diyar kir ku ew li bendê bûn înfaz were taloqkirin lê belê bavê wê dubare şandine girtîgehê û got : ‘’Şert û mercên girtîgehê ji bo bavê min tê wateya mirinê.’’
Sîbel Çam bal kişand ser nêrînên bijîşkan ên têkildarî rewşa bavê wê û ev yek anîn ziman: ‘’Bijîşkan ji me re anîn ziman ku rewşa damarê dil baş e lê belê ji bo her du damarên xitîmî bi dermanan tedawî dikin. Gotin ku em ê ji bo kontrolê jî bang bikin. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Bavê min beriya niha jî du caran krîza dil derbas kir. Divê were tehliyekirin û tedawî bibe.’’