Walîtiya Stenbolê ragihand ku di erdhejan de 151 kes birîndar bûne
Walîtiya Stenbolê ragihand ku tu kes di erdhejên pey hev de jiyana xwe ji dest nedane û diyar kir ku ji ber panîkê 152 kes birîndar bûne.
Walîtiya Stenbolê ragihand ku tu kes di erdhejên pey hev de jiyana xwe ji dest nedane û diyar kir ku ji ber panîkê 152 kes birîndar bûne.
Walîtiya Stenbolê têkildarî erdhejên li bajar daxuyaniyeke nû parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta niha tu kesan jiyana xwe ji dest nedane. Walîtiyê, diyar kir ku di mijarên enerjî û binesaziyê de, di gaza xwezayî, ava vexwarinê û binesaziya kanalîzasyonê de tu rewşên neyînî ku bandorê lê bikin nînin. Walîtiyê, destnîşan kir ku 151 welatiyên ji ber panîkê xwe ji cihên bilind avêtin xwarê û birîndar bûne, li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û rewşa wan sivik e. Walîtiyê got ku li seranserî bajar tu avahî ne hilweşiyane û xebatên wan ên li qadê didomin.