Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Ozgur Faîk Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlên xwe Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.
Parêzer di çarçoveya mafê xwe yê hevdîtina bi muwekîlên xwe re bi salan e nikarin Rêber Apo bibînin. Di hevdîtinên mehên dawî yên Heyeta Îmraliyê de hin parêzer hebin jî serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêk û pêk bê bersiv têne hiştin.
Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal Aslan 7'ê Tebaxa 2019'an serdana Îmraliyê kiribûn û hevdîtin bi Rêber Apo re kiribûn.