Girtiyan nerazîbûn nîşanî darvekirina Nejad Heydaranlû dan

Girtiyên siyasî ku 'Kampanya Na ji Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê' lidar dixin, diyar kirin ku darvekirina Hemîd Hisên Nejad Heydaranlû binpêkirina mafên mirovan e.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DARVEKIRINÊ

Kampanyaya “Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re” ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, didome.

Li ser navê kampanyê daxuyaniyek nivîskî di derbarê darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû de hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku darvekirina Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû kiryareke nemirovane ya rejîma Îranê ye û hat gotin: “Hemîd Hisên bi darê zorê îfadeya wê hatiye girtin daku îtiraf bike û kaxezekê îmze bike. Ji serê salê ta niha 88 welatiyên Kurd û Îranî hatine darvekirin. Ji wana 5 jin, 7 girtiyên siyasî û 2 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku zêdebûna cezayên darvekirinê û kuştinên welatiyan ên ji aliyê rejîmê ve, tirsa desthilatê ya ji raperîn û nerazîbûnên gel nîşan dide.

Di dewamê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li dijî kiryarên rejîmê bêdeng nemînin û bi awayek pratîkî û bi bandor tedbîrên pêwîst li pêş rejîmê bigrin.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlû li girtîgeha Urmiye bi awayek veşartî hat darvekirin. Piştre Wezareta Îtlaetê û Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ji malbatê re gotin ku nabe ew şîn ji bo Hemîd Hisên Nejad daynin.