ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.
Heyeta DEM Partiyê wê îro bi Wezîrê Edaletê yê hikumeta AKP-MHP'ê re bicive.
Dayikên Aştiyê bi bîr xistin ku di ser banga Rêber Apo re meh û nîvek derbas bûye, lê hîn jî desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye û gotin, "Aştî bi yekalî nabe. Eger ji dil bin bila weke gava destpêkê girtiyên nexweş berdin."
Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç got, Kurdên ku banga Rêber Apo bi rengekî erênî pêşwazî kirin ji aştiyê re amade ne û destnîşan kirin ku divê desthilatdarî gavê biavêje.
Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Sema Koç têkildarî kampanya 'Ji bo avakirina civaka demokratîk em bi gelê re dicivin' daxuyanî da û destnîşan kir ku ev kar ji bo avakirina aştiyê gelekî girîng e.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana girtiyên ku înfaza wan xelas bûye bi hincetên nediyar tê astengkirin.
Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê bê şopandin.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.