Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê êşkence û binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin

Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê berdana girtiyên ku înfaza wan xelas bûye bi hincetên nediyar tê astengkirin.

GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLÛYÊ

Li Girtıgeha Tîpa F a Bolûyê binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li girtiyên siyasî her roj zêde dibin. Girtî bi hincetên ku nayê bîra mirovan têne cezakirin. Girtiyên nexweş jî di nav de berdana 33 girtiyan ji aliyê Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê ve bi mehan e tê astengkirin.

Ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barin ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hevdîtin bi girtiyan re kir, anî ziman ku biryarên ji bo astengkirina berdana girtiyan têne dayin nediyar in.

Bêrîvan Barin anî ziman ku raporên çavdêriyê bi gotinên nediyar û kêfî tijî ne û got, "Bi hinceta 'aîdiyeta rêxistinî' ya girtiyan, yan jî bi gotina 'xwe neguhertine' ceza tê birîn, ev yek jî dibe cezakirina duyemîn. Cudahiyên şexsî yên girtiyan ji nedîtî ve tên, di çarçoveya qalibekî diyarkirî de weke 'helwesta rêxistinî' têne nirxandin. Mînak bikaranîna avê ne bi tasarûfî, hebûna gelek rojnameyan li odeyê, nexwendina pirtûkê, yan jî neşopandina bernameyên radyoyê yên diyarkirî di nirxandina 'rewşa baş' de weke rewşeke neyînî têne nirxandin."

Bêrîvan Barin diyar kir ku girtî timî li binpêkirina mafên mirovan ras tên, bi taybetî lêgerîna bi rengekî tazîkirî li girtiyên dixwazin biçin nexweşxaneyê tê ferzkirin.

Parêzer Bêrîvan Barin ji bo pêşniyarên çareseriyê jî got, "Divê desteyên çavdêriyê tavilê bêne rakirin, rejîma muebbetê ya girankirî li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bê sererastkirin, nêzîkatiyeke li gorî rûmeta mirovan nîşanî hemû girtiyan bê dayin, mafê tenduristî, ragihandin û hevdîtina bi malbatan re ya girtiyan bê berfirehkirin, civaka sivîl, baro, saziyên mafên mirovan û desteyên şopandinê yên serbixwe karibin bi rêk û pêk biçin girtîgehan."

Li gorî agahiyan li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtiyên ku dema wan a ceza qediya ye lê nayên berdan û girtiyên nexweş jî di nav de hin girtiyên divê bêne berdan û dema berdana wan bi vî rengî ne:

Nedim Yılmaz- 15-08-2023

Abdullah Çelik- 14-11-2023

Şahap Elbasan- 13-12-2023

Deniz Öztürk – 13-12-2023

Nurettin Ataman – 04-01-2024

Keyfo Başak – 10-01-2024

Sinan Türkmen – 18-02-2024

Muhammed İsmail – 10-03-2024

Halil Dağ – 12-03-2024

Ataş Göbe – 09-06-2024

Suat Gökalp – 26-06-2024

Ramazan Vural – 27-06-2024

A. Murat Çalık – 30-06-2024

Hacı Ekinci – 02-07-2024

Bülent Güneş – 27-07-2024

Muzaffer Ateş– 08-08-2024

Ahmet Mustafa – 09-08-2024

Sabit Kaya– 15-08-2024

A. Abdi İbrahim – 29-08-2024

Aydın Adıyaman – 04-10-2024

Hasan İnci – 18-10-2024

Serhat Öztürk – 28-11-2024

Abdulhamit Ahras – 04-10-2024

Tuncay Doğan – 30-01-2025

Maruf Türkan – 06-02-2025

Mehmet Şirin Bozçalı– 06-02-2025

Mehmet Deniz Güzel – 06-02-2025

Özgür Sincar – 07-02-2025

Ömer Okul– 01-03-2025

Zeki Eşin – 09-03-2025

Murat Çetinkaya – 03-04-2025

Refik Sünkür (Nexweşê giran ê astengdar)

Ramazan Kıran

GIRTIYÊN BI NEXWEŞIYA GIRAN:

Muzaffer Ateş: 70 salî ye, gelek nexweşiyên xwe hene.

Bahattin Salhan: Ji ber ku derb li serê xwe xwar, ji ber travmaya mejî emeliyat bû. Aliyê rastê yê bedena wî pûç dibe, bi zehmetî tevdigere û pêwîstiyên xwe bi cih tîne.

Abdulvahap Kavak: Nexweşê dilç

Hayati Deniz Kaytan: Ji ber şewata berfê tiliyên wî yên ling ên çep û rast hatine birîn. Ji ber dest û lingên xwe rapora ji sedî 60 jê re hatiye dayin. Tumora mejî pê re heye. Piştî emeliyata mejî nexweşiya epîlepsî pê re peyda bûye.

GIRTIYÊN BI NEXWEŞIYA GIRAN ÊN ASTENGDAR

Civan Boltan: Destê wî yê rastê ji jê rê ve bi 10 cm nîne. Di serê î de şarapneleke ji 9 mm heye. Çavê wî yê çepê nabîne. Sendroma Raynaûd pê re heye. Di herdu çongên wî de gelek parçeyên şarapnelê hene.

Refik Sünkür: Pîl di dilê wî de heye û ji ber xerabûna rîtmê bi rêk û pêk anjiyo lê hatiye kirin. Bi 15 cm'yî hestiyê milê wî yê çepê kêm e. Fitika stu pê re heye. Di herdu çokên wî de pirsgirêk hene. Her wiha nexweşiyên troîd, ulsera mîdeyê û reflu pê re hene.

Hikmet Akbaş: 3 fitikên wî yên piştê hene. Nexweşiyên spazma masûlke, fitika masûlke, ulsera mîdeyê reflu, alerjî û sînuzît pê re hene. Dest û lingên wî şewitî ne. Her wiha vertîgo û li pişta wî jî eciqîna sinir heye.

Ramazan Vural: Nexweşê bi tansiyona bilind û roatîzmayê ye. Sendroma rovî ya îrrîtabl pê re heye. Çavekî wî nabîne. Guhê wî yê rastê nabihîze. Nexweşiya mîdeyê pê re heye.