Odeyên Bazirganiyê banga vekirina deriyê sînorê Rojava kirin

11 odeyên borsa û bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê bi banga hevpar xwestin deriyê sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji sala 2012’an ve girtî ye bê vekirin.

Odeyên bazirganiyê li ber deriyê sînor ê Nisêbînê daxuyaniya hevpar dan û xwestin ku demildest deriyê Nisêbînê ji bazirganiyê û derbasbûna mirovan re bê vekirin.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya di daxuyaniyê de axivî û got, "Ji bo bihêzkirina aştiya civakî û pêkhatina baweriya hevbeş divê demildest deriyê sînor bê vekirin."

Kaya bi bîr xist ku karsazên ku dixwazin bi Sûriyeyê re bazirganiyê bikin, ji 1000 kîlometreyî zêdetir rê diçin û ev jî ji bo wan bareke giran e. Kaya anî ziman ku vekirina sînor ne tenê ji aliyê aborî ve ji aliyê têkiliyên civakî ve jî girîng e.

Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Nisêbînê Necdet Aktaş jî diyar kir ku ev derî ji bo xwegihandina Iraqê cihekî stratejîk e û wiha axivî: “Destpêkirina bazirganiya rasterast a bi Sûriyeyê re wê li herêma me hilberîn û hinardekirin zêde bike, koçberaiyê kêm bike, rê li ber bazarên nû veke, îstîhdamê zêde bike û aboriya herêmê zindî bike û di heman demê de wê tevkariyeke mezin li bazairganiya navbera Tirkiye û Sûriyeyê bike.”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Nisêbînê Mahsum Ozmen jî destnîşan kir ku ev derî ne tenê di warê aborî, wê di warê civakî û çandî de jî tevkariyê bike û got, "Ji ber vê yekê em li bendê ne ku rayedarên hem li Sûriye û hem jî li Tirkiyeyê ji bo çalakirina vî derî xebatên pêwîst bimeşînin."