ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Rêber Apo wê bêne şopandin.

Rewşa tenduristiyê ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê were şopandin.

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji girtî Îhsan Balkaş ji bo nameyên xwe yên bi Kurdî pereyê wergerê xwest.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Şîlan Alagoz anî ziman ku Festîvala Şano ya Amedê pirzimanî û pirçandî ye û got, "Festîval êdî veguherî bîreke çandî. Em ê îsal bi xurtî derkevin ser dikê."

KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji ber wefata lîderê rûhanî yê alema Katolîk Papa Francis sersaxî xwest.