Li Swêdê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Rojava û Rojhilat

Li bajarê Orebro yê Swêdê ji bo Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide û ji bo Rojhilat ku li ber rejîma Îranê rabûye çalakiya piştevaniyê hate kirin.

Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo gelên Rojava û Îranê didomin. Piştî Stockholm, Borlange, Gavle û Goteborgê li bajarê Orebroyê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê şermezar kirin.

Çalakî bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava û şoreşê dest pê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn li qada çalakiyê axivî û diyar kir, ku li Rojhilata Navîn Şerê Dinyayê yê Sêyemîn diqewime û welatên mêtinger û hêzên emperyalîst ji bo şoreşê bitepisînin bi her şêweyî rêbazên bêexlaq bi kar tînin.

Altûn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destûr û piştevaniya DYE'yê dixwaze Şoreşa Rojava, sîstema demokratîk, ekolojîk û wekhev a gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake û got, "Ne hêza dewleta Tirk ne jî hêza rejîma Baas têrê dike ku vê sîstema hesreta mirovahiyê ji holê rake."

Altûn anî ziman ku gelên Rojava yên bi rengekî lehengî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe dan bi heman biryardariyê li dijî dewleta Tirk jî berxwedanê dikin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku ji bo Rojava hewldanên xwe yên piştevaniyê xurtir bikin.

Altûn her wiha ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berxwedaneke mezin li dijî zextên rejîma Îranê dest pê kiriye û got, raperîna mezin a civakî rejîmê dihejîne.

Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk û Îranê pankart hatin hildan û dirûşm hatin qîrîn.